Xelkê Mexmûr bi daxuyaniyekê êrişan şermezar kirin

Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li Netewên Yekbûyî (NY) kirin ku demildest bi erkê xwe rabin.

Mexmûr - Danê sibê saet di 9.30’an de balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk  wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kir. Di êrişê de Ayşe Muhammed Ahmed a 50 salî birîndar bû. Dewleta Tirk beriya niha jî di 7’ê Cotmehê bi balafiran mizgefta Wargeha Penaberan a Mexmûr kiribû hedef. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bibûn.

Gelê wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Daxuyanî li ber deriyê Nexweşxaneya wargehê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara ve hat dayîn.

‘Êdî dem hatiye ji dewlet Tirk re were gotin bes e’

Yusuf Kara diyar kir ku êdî êrişên dewleta Tirk exlaqê mirovahiyê derbas dike û got: “Dewleta Tirk a dagirker ev bû du car êrişî wargeha me dike. Êrişên li wargeha Mexmûr pêkhatîn yek li mizgeftê ya din jî li mala kesê binavê Rojhat Salih pêk hatiye. Di encama êrişa ku îro pêkhatî de jinek temendar bi sivikî birîndar bûye û di êrişa li ser mizgeftê de jî sê hemwelatiyên me birîndar bûne. Dewleta Tirk êdî wek gurek hov lê hatiye û ti sînoran nas nake. Ev 30 sal in ev wargeh penaber bûye û dinav de hemû jin, zarok û kal hene. Ev êrişên hatine pêkanîn hemû jî dinav wargehê de rû dane. Derûniya zarokên me têkçûne. Ev zilma ku li Kurdistanê tê pêkanîn ne ji rêzê ye. Ji ber wê em bang li raya giştî ya Kurdistan, navneteweyî û Iraqê dikin, zilma ku dewleta Tirka faşîst ku li ser mirovahiyê pêktîne êdî dem hatiye jê re bibêjin bes e.”

‘Dewleta Tirk a dagirker her roj li ser TV bang li Îsraîl dike ku komkujiyan pêktîne’

Yusuf Kara di berdevamiya axaftinên xwe de bang li Netewên Yekbûyî (NY) kir ku bi erkê xwe rabin û got: “Dewleta Tirk a dagirker her roj li ser TV bang li Îsraîl dike, dibêje tu qetlîaman pêktînî û zarokan qetil dikî. Lê dewleta Tirk a qirker bixwe van kiryaran pêktîne. Lê dewleta Iraqê ku em mêvanê wî ne di nava hefteyek dû êrişên ne merdane li ser wargehê pêkhatin, heta niha jî deng ji rayedarên hikumeta Iraqê derneketiye. Ev cihê gumanê ye û em bang li rayedarên Iraqê dikin ku erk û berpirsyartiyên xwe pêkbînin. Ferqa Rojavayê Kurdistanê, Mexmûr, Şengal û Xezayê tune ye. Ger ku hun dixwazin mirovatiyê biparêzin û çawa banga navneteweyî li ser Xeza dikin, li ser Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê jî bikin. Lê dema ku hun jî li gor berjewendiyên xwe tevdigerin û qetilkirina mirovan meşrû dibînin, ew sifatê ku we daye xwe wê demê ji rastiyê dure.”

Herwiha di daxuniyê de bang li Netewa Kurd hat kirin ku yekitiya xwe ava bikin û li beramberî êrişan helwestên xwe bi biryar nîşan bidin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bimre Îxanet’ bi dawî bû.