Xelkê Elbistanê: Qe nebe bila rêz li miriyên me bigirin

Li navçeya Elbîstan a Mereşê jî gel bertek nîşanî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku dereng dest pê kir da û anîn ziman ku bi gotina "Qe nebe bila rêz li miriyên me bigrin” destnîşan kirin ku bi xebatên bê ser û ber zirarê didin cenazeyan.

MEDÎNE MAMEDOGU

Mereş - Li Elbîstana ku navenda erdheja duyemîn a bi pileya 7,6 ya piştî erdheja 7,7 a ku li navçeya Bazarcix a Mereşê pêk hat, gelek avahî hilweşiyan û gel bêçare diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja 5’an de hatiye dest pê kirin. Li gorî vegotina gel, encax duh alavên deng û germahiyê ketine destê tîmên rizgarkirinê.

Li hemberê nûçeyên hin saziyên çapemeniyê pêşkêş dikin ku 'xebata ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê' dewam dike, lê mixabin li bajêr li kolaneke ku 15 avahî hilweşiyayê tenê di avahiyek de xebat tê kirin. Bajar yek ji wan bajaran e ku hilweşandin herî zelal tê dîtin e.

Ji ketina Elbîstanê heta navenda çarşiyê xaniyek ku zirar nedîtiye nîn e. Tê diyarkirin ku li piraniya avahiyên hilweşiyayî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nayên kirin. Dema em vê yekê ji gel dipirsin, em bersiva  an 'kesê xebat dike nîn e' an jî  'hêj xebat negihiştinê vir' digrin. Li aliyê din dilxwazên ku ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine jî diyar dikin ku ji wan re karek nehatiye dayîn.

Gel li benda cenazeyên xwe ne

Li navenda bajêr ceyran û av tune ye. Hewa pir sar e. Her çiqas barîna berfê niha rawestiyabe jî rê hemû qeşa girtine. Li kolanên bajêr pir kêm mirov hene. Li hin cihan di avahiyên veguherîne xirbeyan de kepçe xebat dimeşîne, lê gel bi awayekî vekirî ji vê yekê jî bi bertek e, ji ber ku dixwazin ji bo cenazeyan jî heman girîngî bên dayîn. Gelê ku mirinên hatinê jiyîn qebûl dikin li bendê cenazeyên xwe ne û cenazeyên xwe dixwazin. Welatiyên ku difikirîn ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane, sedema vê yekê jî hewaya sar a ku digihêje pileya bin sifirê 20’an nîşan didin.