Xelkê Şengalê berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir

Li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi mebesta piştgirî dayîna berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xelkê Şengalê îro meşiyan.

Şengal – Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavê koalisyona navnetewî û hemû Rêxistinên Navnetewî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer pêktîne, komkujiyan dike. Balafirên dewleta Tirk qanûnên navnetewî binpê dike, li zarok, jin, kesên bi temen, kedkarên tendûristiyê û rojnamevanan dixe. Lê tevî vê hovîtiya dewleta Tirk a bi piştgiriya erêkirina hêzên navnetewî jî, gel berxwe dide û li gel şervanên xwe disekinin.

Pêkhateyên Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi armanca piştgirîdayîna berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şermezarkirina hovîtiya dewleta Tirk û hevkarên wê meşek girseyî lidarxist.

Meş ji avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir heya çerxerêya Mam Zekî ya nav bazarê dewam kir. Girseya gel li vir daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel û hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayf Şemo ve hate dayîn.

‘Em li gel miletê Rojava yekin’

Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel daxuyanî da û berxwedana Bendava Tişrînê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir. Neam Bedel wiha got: “Em şehîdên Rojavayên Kurdistan bibîr tînin û em ji Şengalê ta Seda Tişrînê silavên xwe ji berxwedaniya gelê xwe yê Rojava silav dikin û em dibêjin ku hûn ne bitenê ne. Xelkê Şengalê her dem bi rojava re ne û em tucarî xwe ji Rojava qut nakin. Hebûna rojava û Şengal yek e. Tişta ku di sala 2014’an de me jiyan kir Rojavayê kurdistanê jî di vê zivistanê de jiyan kir. Milet koçber bûn, zarok di nava sermê de jiyan dikin. Li Bendava Tişrînê dewleta tirk bi balafiran êrîşî çalakvanan dike. dema ku mijar dibe kurd, dyniya bê deng dimîne. Dema ku mirovên bindest serî radikin û doza mafê xwe dikin hemû dunya ker û kor dibe. Pêwîste her kes serî rake, hemû dunya li pêşiya van êrîşan bisekinin û bidawî bikin. dewleta Tirk li wir binavê nato şer dike ji ber ku dewletekî nato ye. Em îrade û berxwedaniya gelê xwe silav dikin ku li axa xwe xwedî derketin û bernedan. Serkeftina ya gelê Rojava ye ya gelê bindeste. Em silavên xwe ji berxwedaniya gel re rêdikin û hêzên rojava hemûyan silav dikin.”

‘Wê berxwedana gelan biserkeve’

Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayf Şemo bal kişand ser berxwedana gelan û wiha got: “Pêwîste em dîroka xwe ji bîr nekin bi salane dewleta osmanî ferman anîne serê civaka me. Li Bakurê Kurdistanê, Rojava û her derê êrîşî civaka me dikirin û di fermanan re derbas dikirin. Qetil dikirin yan jî bi darên zorê ew dikirin musilman. Dewleta Tirk îroj dîsan mirovan qetil dikin û bi reng û pilanên cûda. Em berxwedana gelê rojava silav dikin û komkujiyên ku têne kirin bi destê dewleta dagirker têne kirin şermezar dikin. wê berxwedaniya gelan biserkevin bibe ya gelê me. Bi lîstokên cûda dixwazin rojava ber bi rewşên cûda bibin lê wê negihin armancên xwe. Wê ev sal bibe sala azadiya serokê me û xweseriya warê me.”