Xelatkirina nûçegihana Ajansa NUJİNHA Zihûr El-Meşreqî
Navenda Naveteweyî ya Lêkolînên Ewlehiya Stratejîk û Ewlehiya Leşgerî li Tûnisê, di pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, nûçegihana ajansa me ya NUJİNHA Zihûr El-Meşreqî xelat kir.
Navenda Nûçeyan – Di 6'ê Çileya 2021'an de Ajansa Nûçeyên Jinan (NUJİNHA) hate vekirin û di nav demeke kurt de karîbû navê xwe di nav ajansên nûçeyan ên herî girîng ên ku bi mafên jinan re eleqedar dibin, xwe bi cih bike.
Rojnamevan Zihûr El-Meşreqî ji ber hewldanên ajansê yên ku xebatên jinan li Tûnisê dişopîne, her wiha di warên cûrbecûr de bi aktîvîstên navdar re diyalogê digire, hate xelat kirin.
Ajansa NUJİNHA ji sifirê dest pê nekir, lê belê xwe dispêre mîrata femînîstên destpêkê û erdnîgariya ku jin lê dijiya, li ber çavan girt. Ew bi 5 zimanan weşanê dike Kurdî, Erebî, Farisî, Tirkî û Engilîzî.
Ajansa NUJİNHA her kes jin mêr, xweza û mirov, gel, civak û çîn dikarin di bingehek wekhev de bi azadî bêyî ku cûdahî bixin navbera ziman, ol, reng û bawerî, bijîn.