Xelatgirên Xelata Nobelê ya Tibê ya 2023’an hatin eşkerekirin

Ji Macarîstan Katalîn Karîko û ji Emerîka Drew Weîssman ji ber xebatên xwe yên di warê teknolojiya mRNA de Xelata Nobelê ya Tibê ya 2023’an wergirtin.

Navenda Nûçeyan – Xwediyên Xelata Nobelê ya Tibê ya îsal hatin eşkerekirin. Katalîn Karîko û Drew Weîssman ku teknolojiya vedîtina derziya mRNA ya Covid pêş xist, Xelata Nobelê ya Tibê ya 2023’an wergirtin.

Katalîn Kariko ji Macarîstan û Drew Weîssman ji DYE dê xelata 11 mîlyon krona Swêdî (nêzîkî 1 mîlyon dolar) parve bikin.

Di meha Cotmehê de wê di şaxên Fîzîk, Kîmya, Wêje, Aştî û Aboriyê de Xelatên Nobelê bên dayîn. Ji ber daketina nirxê krona Swêdî, îsal li ser xelatê 1 mîlyon kronî zêde bû.