Xelatgirên Nobelê û Cîhanî: Ji bo Aştiyê Azadiya Abdullah Ocalan Şert e

Hejmarek xelatgirên Nobelê û kesayetên navneteweyî destnîşan kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê xaleke diyarker e û banga gavavêtinê li Tirkiyeyê kirin.

Navenda Nûçeyan - Xelatgirên Nobelê ku di nav de siyasetmedar, rewşenbîr, hiqûqnas û çalakvan hene, tekez kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêşveçûna pêvajoya ku tê meşandin xaleke diyarker e. Van kesayetan xwestin ku Tirkiye bi gavên konkret bersivê bide banga  Rêber Abdullah Ocalan. Rewşenbîr, fîlozof û çalakvanên pêşeng ên cîhanê, 14 xelatgirên Nobelê, li ser nêrîn û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê azadiyê de ji Rojnameya Yeni Yaşam re axivîn. Di nav kesên ku der barê Abdullah Ocalan de peyamên girîng dan de kesên ku li cîhanê tên naskirin jî hene.

Peyamên ku ji aliyê van 14 kesan ve hatine dayîn ev in:

Xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2003’an Şêrîn Ebadî: “Ocalan mezinahiya xwe nîşan da, niha dora dewleta Tirk e. Ocalan weke her carê nêrîna xwe ya baş nîşan da, pir girîng e ku Ocalan ji şert û mercên tecrîdê were derxistin. Divê Ocalan karibe bi alîgirên xwe re bicive, hevpeyvînan bide. Divê Ocalan azad be, ji bîr nekin ku Ocalan hîn jî di tecrîdê de ye û di girtîgehê de ye. Ocalan bi daxwaza rawestandina têkoşîna çekdarî û bi îsbatkirina ku lêgerîna demokrasiyê di rêya aşitiyane de ye, mezinahiya xwe nîşan da. Ez hêvî dikim ku peyama Ocalan ji aliyê din ve bi cidî were girtin, ji ber ku ji bo pêvajoyeke aştiyê ya gengaz gava yekem a pêwîst hat avêtin. Niha jî dora aliyê din e. Divê dewlet tevkariyê li avakirina jîngeheke aştî û demokrasiyê ya li welat bike, bi vî rengî gel dikarin bi azadî dengê xwe bidin. Lê xuya ye ku mîsogerkirina aştî û demokrasiyê li welat tenê piştî gavên ku divê dewleta Tirk biavêje gengaz e. Ocalan gava pêwîst avêt, niha dora dewleta Tirk e ku gavan biavêje.”

‘Rêya aştiyê azadiya Ocalan e

Nûnera Navneteweyî ya Sinn Fein, siyasetmedara Îrlendî û yek ji girtiyên siyasî yên naskirî yên dîroka Îrlandayê Martina Anderson: “Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve nûnertiya berxwedana li dijî zext û zordariya li ser gelê Kurd e. Di nifşa dîrokî de têkoşîneke pir dişibe ya gelê Îrlandayê li dijî kolonyalîzma Brîtanî di meriyetê de ye. Ji bo ku edalet li Tirkiyeyê cihê xwe bibîne û aştî pêk were, azadiya Ocalan xalek girîng e. Azadiya Ocalan ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd ê di bin zextê de ye pir girîng e, rêya çareseriya aşitiyan ya pirsgirêka Kurd azadiya Ocalan e.”

Peyama Martina Anderson a ji bo Ocalan: “Dinya dengê we dibihîze, dibe ku pêşveçûn hêdî bin lê belê qet dev ji têkoşînê bernedin, têkoşînê bilind bikin.”

‘Fikrên wî belav dibin

Sosyolog û fîlozofê ku li cîhanê tê naskirin John Holloway: “Azadiya Ocalan dê di vî warî de pêngaveke pir girîng bûya. Û ez dibînim ku fikrên Ocalan li cîhanê her ku diçe belav dibin. Bo mînak li vir, li Meksîkayê, em nû dest bi xwendina berhemên wî dikin; bi awayekî cidî tê xwendin û nîqaşkirin. Fikrên Ocalan bi rastî jî ji bo avakirina pêvajoyeke ku li ser bingeha nasîna hevdu ye, bingehekê pêk tînin. Manîfestoya ku Ocalan weşandiye, ji bo min daxuyaniyek e ku em dikarin bi rastî pergala demokrasiyeke kûr ava bikin ku tê de mirov nayên dûrxistin; berevajî vê yekê tevlî pêvajoyê dibin. Yanî ev pêkan e. Fikrên Ocalan bê guman rasterast bi pêvajoya li Tirkiyeyê, bi pêvajoya li Rojhilata Navîn ve girêdayî ne. Lê fikrên wî û pratîka ku ev 14 salên dawî li Rojavayê Kurdistanê hatine jiyankirin, ji bo tevahiya cîhanê xwedî girîngiyeke awarte ye. Ez ji dil hêvî dikim ku dewleta Tirk bersiveke erênî bide peyama aştiyê ya Ocalan.”

‘Ez dixwazim guherînê ji xwe guhdar bikim

Xelatgira Nobelê Jody Williams: “Pêwîst e Ocalan azad bibe; ji ber ku ez bawer dikim ji bo bikaribe tevkariyê li pêvajoyê bike ev şert e. Di vê pêvajoyê de divê avahiyên siyasî yên din û civaka sivîl jî cih bigirin. Rêya tenê ya avakirina pergalên aştî û refahê diyalog e. Rêya vê yekê şer nîne. Gava ku tê bîra mirov ku Birêz Ocalan bi salan e li giravekê, di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, pir girîng e ku serokên ku li qada navneteweyî tên naskirin (kesayetên xwedî Xelata Nobelê) ji bo piştgiriya guherînê û teşwîqkirina diyalogeke erênî ya ji bo guherînê bên cem hev.”

‘Hûn tiştekî ku tu carî nehatiye kirin serketî dikin

Keça Murray Bookchin, Debbie Bookchin: “Çepên li cîhanê di vê demê de êdî li ser mijarên pir herêmî û kesane asê mane. Ji bo çepên li cîhanê êdî şert e ku li dijî modernîteya kapîtalîst bibin yek. Ocalan tam tişta ku hewl dide ji me re bibêje ev e, pirsgirêka nîjadperestiyê ya ku li cîhanê bilind dibe, pirsgirêkên ekolojîk, divê em pêşî li bilindbûna hiyerarşiyê ya bi kapîtalîzmê re bigirin. Abdullah Ocalan bi rastî kesek e ku ji bo aştiya cîhanê têdikoşe, ji bo avakirina jiyaneke demokratîk li ser navê hemû mirovan hemû fikrî pir baş gihandiye me. Paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Birêz Ocalan ji bo me nexşerêya herî girîng e ku em jiyaneke wekhev, demokratîk, ekolojîk, femînîst, adil û azadîxwaz ava bikin. Modela ku li Rojavayê Kurdistanê tê sepandin, ji bo me mînakeke konkret e ku nîşan dide jiyana azadîxwaziya jinan, nêzîkatiya wekhev a ji bo bawariyan û jiyana ekolojîk dikarin di pratîkê de bên cîbicîkirin. Ji bo ku mirov di rêveberiyên herêmî de bên cem hev û xwe bi xwe bi rêve bibin.”

Peyama Debbie Bookchin a ji bo Abdullah Ocalan: “Em ê piştevaniya xwe berdewam bikin. Divê em fikrên gelê Kurd û fikrên we ji alîgirên gelê Kurd re jî pir baş vebêjin.”

‘Hewl didim ku wî li her derê vebêjim’

Sekreterê Giştî yê Dadgeha Gel a Daîmî ya bi navenda xwe Roma û epidemiologê Îtalyayî Dr. Gianni Tognoni: “Em dibînin ku awayê ku Abdullah Ocalan fikra demokrasiyê ku ji têkoşînên rastîn ên mirovan û ji fikra wekheviyê ya her kesê ku li azadiyê digere derdikeve holê, bi awayekî sîstematîk pêş xistiye, di nêrînên wî û di avakirina jiyaneke nû ya di projeya civakî de xwediyê roleke mezin e. Ji aliyê min ve Ocalan û fikrên wî, divê wekî modelekî şîrovekirina awayê jiyanê yê ku îro pêdiviya pê heye werin girtin. Ez hewl didim ku fikrên Ocalan û girîngiya wî li her derê di qada pîşeya xwe de jî vebêjim.”

‘Ez dixwazim Ocalan bibînim

Parêzerê mafên mirovan ê navneteweyî Michela Arricale: “Têkoşîna Kurd ne tenê têkoşînek e ku ji bo gelê Kurd tê dayîn. Azadiya Abdullah Ocalan ne tenê pirsgirêkeke Kurd e; di heman demê de gaveke kilît e ji bo aştiya li Rojhilata Navîn û li wêdetir. Îro piştgiriya gelê Kurd, bi taybetî tê wateya piştgiriya îhtîmala cîhaneke cuda ya sibê. Banga Ocalan û pêvajoya aştiyê ya ku wî da destpêkê, di wê demê de ku em tê de ne xwedî qonaxeke pir girîng e. Ez dixwazim Ocalan bibînim û pêwîst e ku em tevahî bi Ocalan re bicivin, ji ber ku ji bo têgihiştina hêza têkoşîna siyasî û demokratîk a rastîn ev şert e. Kesê ku bikaribe tiştekî bide hînkirin tenê ew e.”

‘Ocalan serokê Kurdan e

Parlamenterê Brîtanyayê Bambos Charalambous: “Rêber Abdullah Ocalan bi biryara çekberdanê û hilbijartina rêya aştiyê de xwediyê roleke sereke bûye. Bêyî piştevaniya wî ne gengaz bû ku wan vê yekê bikirina. Ji ber vê yekê divê Tirkiye vê yekê qebûl bike. Niha em di qonaxa bê ya pêvajoyê de ne. Lê belê hîn jî li Tirkiyeyê gelê Kurd di bin zextê de ye û mafên wan bi têra xwe nayên parastin. Ji ber vê yekê ji bo aştiyeke demdirêj, divê em piştrast bikin ku mafên qanûnî yên Kurdan bibin beşek bingehîn a danûstandinan. Mirov aştiyê ne bi dostên xwe re, bi muhatabên xwe re çêdike. Ji ber vê yekê divê Tirkiye bi rastî bi Abdullah Ocalan re bikeve nava têkiliyê, bi wî re bipeyive û di dawiyê de ji bo dayîna azadiya ku heq dike gavê biavêje.”

‘Pêdivî bi vîzyonek wisa heye

Hevkoordînatorê Giştî yê Progressive İnternational (Enternasyonalê Pêşeng a Navneteweyî) David Adler: “Fikr, îdeolojî û pratîka siyasî ya Ocalan, ji bo me di tevgerên me yên siyasî, di analîzên me yên aborî û di îdeallerên me de bûye çavkaniyeke îlhamê ya pir cidî. Tenê bi saya Ocalan dikare hêzeke yekgirtî ya proletar, demokratîk a pêşeng a nû were pêkanîn, pêdiviya me bi lezgînî bi serokatiyeke wisa û bi vîzyoneke wisa bêhempa heye.”

Serokê Neteweyî yê Sinn Fein ê Îrlandayê Declan Kearney: “Ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve divê gavên pêbaweriyê ku li hev tên bi destpêşxeriyên PKK’ê û bi serokatiya ku Abdullah Ocalan nîşan daye û gavên erênî yên ku hatine avêtin re werin avêtin. Ev ê ji bo avakirina rêyek ber bi pêş ve pir girîng be. Ez bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikim ku di warê avakirina têkiliyên nû yên siyasî de ku dê serokatiya gelê Kurd û aştiyê misoger bikin, gav biavêje. Bi serokatiya Ocalan ve ez gelekî bawer im ku ji bo gelê Kurdistanê –ji bo tevahiya gelê Kurd– û bi gelê Kurdistanê re, pêşerojeke geştir û hêvîdartir pêkan e.”

‘We gaveke dîrokî avêt

Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê û Parlamenterê Serbixwe Jeremy Corbyn: “Helwestên Brîtanyayê yên ku piştgiriyê nadin gelê Kurd bi giştî pir kevin in. Bi taybetî ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn piştî sala 1919’an ku di wê demê de Brîtanyayê êrîş birin ser mewziyên Kurd û bombekirina hewayî bikar anî, ji wê demê ve berdewam dike. Bi awayekî eşkere ez dibêjim, hikûmeta Brîtanyayê vê yekê nake û bi dîtina min qada ku divê em daxwaz bikin û li ser bixebitin tam ev e. Payama min ji bo wî, ev e: Ez girîngiya dîrokî ya daxuyaniya we nas dikim. Ez daxwaza we ya çareserkirina gelek gilî û gazindên gelê Kurd bi rêyên aştî û siyasî nas dikim.”

‘Peyama Ocalan kûr e

Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Edaletê û Wezîrê Tenduristiyê yê berê yê Îslandayê Ögmundur Jónasson: “Abdullah Ocalan dixwaze civakeke demokratîk a li ser bingeha wekhevî û dadmendiyê ku mirov rêzê li hev û li derdora xwe digirin, bê avakirin. Peyama Ocalan bi kûrahî û têgihiştina xwe bala me dikişîne. Ernest Hemingway di romana xwe ya navdar ‘Bi Xatirê Çekan’ de gotibû, ‘Şer bi serketinê nayê qezenckirin’. Bi dîtina min ez bi heman zimanî diaxivim. Serketin ew e ku civak ji bo her kesî ber bi başiyê ve were guhertin. Serketin civakî ye.”

‘Destê ku Ocalan dirêj kiriye binirxînin

Cîgirê Serokê Parlamentoya Federal a Almanyayê Bodo Ramelow: “Mijar ev e ku pirrengiya çandî wekî beşek ji nasnameya kesî di nava avahiya dewletê de dikare were jiyankirin; parastina kêmanî, maf û nasnameyên çandî di nava dewletê de tê mîsogerkirin. Bi kêmanî nêrîna ku Abdullah Ocalan holê xistiye ez bi vî rengî fêm dikim. Girîng e ku Abdullah Ocalan were berdan û bibe beşek ji pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê. Û nasnameya Kurd dê di dawiyê de bibe pîvana wê yekê ku Tirkiyeyeke xurt dikare çiqas pirreng be û çiqas xurt be. Ji ber vê yekê ez dibêjim: Ji kerema xwe re Abdullah Ocalan berdin da ku ew bikaribe bibe beşek ji vê pêvajoyê.”

Ev derfeteke dîrokî ye

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor: “Em banga Ocalan bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Ez biryara PKK’ê û tevgera çalakvanên Kurd a şopandina vê rêberiya serokê dîrokî Ocalan bi kêfxweşî pêşwazî dikim. Ev li vî welatî hêviyeke nû diafirîne. Û ev hêvî divê neyê zayihekirin. Ev pencereyeke derfetê ye. Ev derfeteke din a dîrokî y. Mijara sereke, afirandina şert û mercên çareserkirina pirsgirêka dîrokî ya derbarê tevlêbûn, hebûn û mafên Kurdan a li Tirkiyeyê ye û bikaranîna vê pêvajoyê ji bo armancên din ên ku kêmtir girîng in dê tu fêdeyê neke. Weke Yekîtiya Ewropayê, heke ji me were xwestin ku em di vê pêvajoyê de cih bigirin, em amade ne.”