Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe hat dayîn
Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe ku îsal di 25’emîn sala xwe de hat lidarxin, bi torena ku hat sazkirin gihişt xwediyên xwe.
Stenbol – Ji bo jîndarkirina bîranînên Peyamnêrê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe yê 8’ê Çileya 1996’an li Stenbolê hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin û ronamegerên ku li ser kar jiyana xwe ji dest dane ji sala 1998’an şûnde her sal Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe tê lidarxistin. Îsal jî 25’êmîn Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe li Navenda Çanda Akatlar a li Beşîktaşê bi torenekê hat dayîn. Rojnamegerên ku xelat stenndine, nûnerên juriyê, hin siyasetmedar û dayika Metîn Goktepe Fadîme Goktepe tevlî torenê bûn.
Toren bi sînevîzyonekê ku nûçe û dîmenên Metîn Goktepe di nav de cih digre destpê kir. Piştî axiftina destpêkê Wênesaz Mahmut Yildiz portreya Metîn Goktepe ya ew bi xwe bixêz kiriye diyarî da Fadîme Goktepe. Piştre xelay ji xwediyên wan re hat dayîn.
Sê jinên rojnameger xelatê wergirtin
Di şaxa Nûçeya Dîtbarî ya Taybet a Jurî de pêyamnêra Arti TV Meral Danyildiz bi nûçeya xwe ya ‘Li ser Medya Mecazî Bazara ‘Gûrçikan’’ wergirt. Meral Danyildiz xelata xwe ji Şenay Aydemîr a rojnamegera xwedî xelat, wergirt.
Xelata Nûçeya Nivskî, bi nûçeya xwe ya bi sernivîsa ‘Qêrînên Nayê Bihîstin a Amara Dwla’ edîtora Ajansa Mezopotamya Arjîn Dîlek Oncel wergirt. Arjîn Dîlek Oncel xelata xwe ji dayîna Metîn Goktepe Fadîme Goktepe wergirt.
Xelata Taybet a Jurî ya Nûçeya Nivîskî jî bi sernivîsa ‘Wezaret ji malbata welatiyê ku bi seyareya zirxî hat qetilkirin, tazmînatê xwest’ pêyamnêra Jinnewsê Şehrîban Aslan wergirt. Xelat ji aliyê Serokê Çapemenî-Kar a Dîskê Faruk Eren ve hat dayîn.
Her wiha Omer Karakuş, Hasan Dogan, Serkan Alan jî ji şaxên cûda xelatê wergirtin.