Xelatên Azadiya Raman û Derbirînê Ayşenur Zarakolu hate dayîn

21. Xelatên Azadiya Raman û Derbirînê yên Ayşenur Zarakolu di merasîma xelatdayînê de xwediyên xwe dîtin.

Navenda Nûçeyan- 21emîn Xelatên Azadiya Raman û Derbirînê yên Ayşenur Zarakolu bi merasîmekê ji xwediyên xwe re hatin dayîn. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, endamên Desteya Rêveber a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), namzetên parlamenteriyê yên Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) Dersim Dag, Ozturk Turkdogan, Dayikên Şemiyê û gelek rojnameger, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan Li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê amade bûn beşdarî merasîmê bûn.

Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî di merasîma ku bi sînevîzyona çîroka têkoşînê ya Ayşenur Zarakolu dest pê kir de axaftina vekirinê kir û bal kişand ser keda Ayşenur Zarakolu ya di têkoşîna mafên mirovan de û diyar kir ku mîrateya vê têkoşînê nifş bi nifş derbas dibe.. Gulseren Yolerî bal kişand ser girîngiya vê têkoşînê ya li Tirkiyeyê bi taybetî di salên dawî de û diyar kir ku xelat ji bo kesên li berxwe didin tên dayîn.

 'Wê cesaret nîşan da'

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku Ayşenûr Zarakolu bi têkoşîna xwe ya salên 90'î mînaka cesareteke mezin nîşan da û got, "Di demên ku kesî nikarîbû qala komkujiya Ermeniyan bike, Zarakolu bû yekemîn weşanxaneya jin a li welat. pirtûkek li ser Qirkirina Ermeniyan çap bike. Dîsa ew weşanxaneyek bû ku pirtûka 'Kurdistana metîngerî a Navdewletî' li hawîrdoreke ku kes nikaribe jê re bibêje Kurde çap kir. Ew ewqas girîng bû. Di serketina azadiya derbirîn û ramanê de navekî ewqas girîng bû. Kêfxweş bûm ku min ew nas kir,

Zarokên Ayşenûr Zarakolu Denîz û Sînan Zarakolu yên di merasîmê de amade bûn jî diyar kirin ku dayikên wan di têkoşînên civakî yên li welat de cihek girîng girtiye û diyar kirin ku ewê piştî dayika xwe çanda têkoşînê bidomînin.

'Çapemeniya azad nayê bêdengkirin'

Piştî axaftinan xelat ji Rojnameger-Nivîskar Pakrat Estukyan û Tûgrûl Eryilmaz ên ku hêjayî xelatê hatin dîtin û xebatkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin dayîn. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal xelata ku dane Xebatkarên Çapemeniya Azad wergirt. Esra Solîn Dal diyar kir ku zilm bi salan e berdewam dike û got, “Ez vê xelatê li ser navê hevalên xwe yên girtî distînim. Kevneşopiya Çapemeniya Azad heye ku bi salan e li dijî êrîşan li ber xwe dide. Em ê vê kevneşopiyê bidomînin. Hevalên me yên girtî li girtîgehê nivîsandina xwe didomînin. Em ê rastiya li derve bi raya giştî re parve bikin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.”

Merasîm bi kişandina wêneya komê bi dawî bû.