Xelata Azadiya Çapemeniyê ji rojnamevanên girtî re hat dayîn

Xelata azadiya çapemeniyê ya Guillermo Cano îsal dan rojnameger Nilüfer Hamedi û Elaha Mohammadi ku qetilkirina Jîna Emînî kirin nûçe û weşandin û parêzvana mafê mirovan Nergîs Muhamedî.

Navenda Nûçeyan- Netewên Yekbûyî (NY) UNESCO di çarçoveya roja cîhanî ya azadiya çapemeniyê de ji sala 1997’an heta niha xelata Guillermo Cano  ya ku ‘Li kudera cîhanê be bila bibe, li dijî hemû metirsiyan parastina azadiya çapemeniyê û pêşxistina wê de kes û saziyên ku têde rol lîstine’ xwediyê xwe dîtin.

Îsal xelat rojnameger Nilüfer Hamedi û Elaha Muhammedi li Îran û rojhilatê Kurdistanê qetilkirina Jîna Emînî kirin nûçe û weşandin, Şîrîn Ebadî û parêzvana mafê mirovan alîkara serokê navnedê Nergîz Mihemedî. Nergîs Mihemedî ji sala 2011’an ve gelek cezayê girtîgehê girt ji cezayê ‘propaxanda dike’ niha di girtîgehê deye hat dayin.

‘Xelat baldikşîne li ser hewildanên 3 jinan’

Seroka ofîsa ragihandinê ya UNESCO Tawfiq Jalasi navê yên ku xelat bigre eşkere kir û got: “Dema ku şert û merc guncaw bû ez dixwazim vê xelatê bidim van hersê rojnameger ên bi cesaret.” Tawfiq Jalasi tenê bal nekişand li ser hewildanên van her sê jinên bi cesaret, diyarkir ku di heman demê de rojnameger û bi taybet rojnamegrên jin li dijî desthilatê ji bo rast gotinê bixwe garantî li bendêye ku bibe sedemê çalakiyên navnetewî.