‘Xebatkarên tendûristiyê berê xwe dan heremê lê organîzasyonek nîn bû’
Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Adibellî ya li heremên erdhejê lêkolînan kir destnîşan kir ku gelek kedkarên tendûristiyê bi dildarî çûne heremê lê organîzasyonek nehatiye kirin û anî ziman ku her kes bi hewldanên xwe alîkarî daye.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Di erdhejên ku wek navend li Mereşê rû da û bajêr bandor kir de, mal hilweşiyan. Hema bêje li bajêr kevir li ser kevir neman. Bi hezaran kes hene ku dibêjin li ser erdhejê ‘bê kes mane’ hene. Yên ku xizmên xwe wenda kirine, yê ku malbatên wan tune bûne, yên ku li pişt zarokên xwe dinihêrin... Di nav van hemu karesatan de yek jî kedkarên tendûristiyê heye.
Li herema erdhejê ji roja destpêkê ve gelê ku ji aliyê saziyên dewletê ve bi tenê hat hiştin, bi piştevaniyê li ser lingan ma. Hîn ji wan sax, hîn ji wan jî bi awayê ku jiyana xwe ji dest dane ew bi xwe xizmên xwe derxistin. Yek ji kêliyê ku herî zêde bê çare man jî hilweşîna nexweşxaneyê bû. Nexweşxane an zirarek mezin dîtin an jî bi giştî hilweşiyan. Dîsa dermanxane jî girtî bûn. Kedkarên tendûristiyê jî erdhejzede ne. Di erdhejê de kedkarên tendûristiyê jî jiyana xwe ji dest dan. Ew jî xizmên xwe wenda kirin lê li hewşên nexweşxaneyên wêranbûyî mudaxaleya li birîndaran dom kir.
‘Bi keda xwe li xirbeyan xebatê kirin’
Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Gonul Adibellî û heyeta li gel wê piştî erdhejê berê xwe dan bajarên ku erdhej lê pêk hatiye. Gonul Adibellî got ku cihê cara pêşîn çûnê Nurdagi bûye, li wê derê tiştên ku dîtiye gelek giran bûne û got: “Tiştên me dîtin gelek bi êş bûn, nîşan. Me bi xebatkarê xwe yê wê demê re hevdîtin kir. Dema em gihîştin wê derê me dît ku hê nû alîkarî tê kirin. Li wê derê em hîn bûn ku di bin xirbeyan de hene. Gelek mirov li kolanan dimînin. Mirov dibêjin ku tenê mane. Dibêjin ku bi tena serê xwe hatine hiştin.
‘Xebatkarên tendirustiyê nikarin xizmetê bikin’
Gonul Adibellî bal kişand ku gel pir bi hêrs e, alîkarî pir dereng tên, dema çûne Bazarcixê dîtine ku nexweşxaneya dewletê nebaş e û wiha got: “Gelek xebatkarên tendirustiyê ji derve hatibûn. Ji Sakarya, Kocaelî û Bursayê kedkarên tendirustiyê hatibûn lê cihekî ku lê xizmetê bikin tune bû. Tenê li beşek ji beşa lezgîn a nexweşxaneyê xizmet hebû. Avahiya nexweşxaneyê zirarek mezin dîtibû. Tevî vê yekê jî kedkarên tendirustiyê di mercên pir zehmet de dixebitin.”
‘Derman kêm in’
Gonul Adibellî, diyar kir ku xebatkarên tendirustiyê di warê organîzasyonê de tengasiyan dikşînin û wiha got: “Ji derveyê bajar gelek hevalên me hatibûn. Cihê ku xizmet were kirin tunebû. Li gelek cihan di nava konên biçûk de mirovan derman kirin. Derman kêm bûn. Ji bo nexweşên kronîk tenê ji bo hefteyek derman dan. Li herêmê bi taybetî zarok û kesên temenê wan mezin dermanên antîbiyotîk hebûn ew jî kêm bûn.”
'Cenaze di nava îtfaiyeyê de tên şûştin'
Ji bo rakirin û definkirina cenazeyan jî agahiyên ku ji herêmên erdhejê tên dilê mirov diêşînin. Gonul Adibellî têkildarî wê wiha got:
“Gelek mirovan digotin ku li Bazarcixê cenaze di nava îtfaiyeyê de tên hiştin û şûştin. Em dikarin bibêjin ku nexweşxaneya dewletê veguheriye morgê.”
‘Kesên ku ji nexweşxaneyê derketine cihekî ku biçinê tune ye’
Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Adibellî got ku dema çûne Elbistanê bi serbijîjkê nexweşxaneya dewletê re hevdîtin kirine û got: “Ji me re gotin ku bi tenê hatine hiştin. Bêkes mane. Gotin ku xebatkarên tendirustiyê 72 saet ranazên û bênavber dixebitin.
Gonul Adibellî diyar kir ku xebatkarên tendirustiyê hem nexweşan derman dikin hem jî ji wan re cih dibînin û wiha got: “Kesên ji nexweşxaneyan derdikevin cihekî ku biçinê tune ye. Ji ber wê kesên ku ji nexweşxaneyan derdikevin ji ber cihekî biçin tune ye, li polîklînîkan tên bicihkirin. Li Elibstanê nexweşxaneya diranan ji bo xebatkarên tendirustiyê yên ji derve hatine hat organîzekirin.”
‘Ji bo mirovan tu gotin nemaye ku bibêjin’
Gonul Adibellî got ku di roja 5‘emîn a erdhejê de li Semsûrê jî heman tablo hebûye û wiha got: “Li Semsûrê rewş xirabtir bû. Her der xira bûbû. Em dikarin bibêjin ku xebatkarên tendirustiyê bi derfetên xwe çûne alîkariyê lê dema ku gihîştine cihên erdhejê dîtine ku cihekî karê xwe bikin tune ye. Ji ber vê yekê karê xwe baş nekirine. Semsûr bûye xirbe. Derûniya her kesê pir xirab e. Hinek malbatan çend kesên xwe winda kirine, hinek ji wan hê jî di bin xirbeyan de ne. Gelek cenaze hê nehatine definkirin. Mirov êdî naxwazin tiştekî bibêjin. Mirov tiştên ku dijîn nikarin vebêjin.”
Xetera nexweşiyê heye
Gonul Adibellî diyar kir ku li Semsûrê bajar vala bûye, piştî ku mirov miriyên xwe defin dikin bajar diterikînin, kesên li bajar dimînin jî li benda cenazeyên xwe ne û wiha got: “Li bajar, pirsgirêka av, tiwalêt û elektrîkê heye. Divê ku alîkarî bi awayê organîzeyê li gorî pêdiviyan werin komkirin. Bi taybetî piştî erdhejê xetera nexweşiya belavbûyî heye. Ji ber wê divê di demek nêz de pirsgirêka av û tuwaletê were çareserkirin. Lewre piştî erdhejan nexweşî belav dibin.”
Li nexweşxaneyan qeyd tune ne!
Gonul Adibellî got ku yek ji pirsgirêkan jî tunebûna qeydên li nexweşxaneyan e û got: “Li nexweşxaneyan hem qeyda kesên mirî hem jî yên nexweşan tune ne û got: “Ez dikarim bibêjim ku qeydên nexweşxaneyê tune ne. Nexweşên ku hatine sewqkirin ji ber ku nehatine qeydkirin xizmên wan nikarin xwe bigihîjînin wan. Ez nikarim hejmarê bibêjim lê der barê zarokan de agahiyek neket destên me.”
Divê ku xebatkarên tendirustiyê yên erdhejzede bi destûr bin
Gonul Adibellî, ji bo xebatkarên tendirustiyê yên erdhejzede jî wiha got: “Wan jî xizm û malbatên xwe winda kirin. Ev yek jî di xebatê de wan zêdetir dide zorê. Xebatkarên tendirustiyê yên di dema nexweşiya Covîd-19 de hê wê derûniyê ji ser xwe navêtine, îro bi karesatek wiha re rûbirû ne. Divê ku xebatkarên tendirustiyê yên li herêmên erdehejê mehek bi destûr bin. Heta ku zarok û malbatên xwe bibin cihekî bi ewle destûr ji wan re were dayîn.”