Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin

Li Stenbol û Enqereyê di serdegirtinên malan de gelek xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Stenbol û Enqereyê îro danê sibê polîsan bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de girt. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan li Enqereyê di serdegirtina malan de hat binçavkirin.

 Li Stenbolê jî nûçegihana MA Esra Solîn Dal, ji Rojnameya Yenî Yaşam  Enes Sezgîn, Salîha Aras û xebatkara Çapemeniya Ozgurê Yeşîm Alici binçavkirin.

 Hat diyarkirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.