Xebatkarê JIN TV Necmedîn Feysel ji bo rêwîtiya dawî hat oxirkirin

Xebatkarê JIN TV Necmedîn Feysel ê di êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê sedan kesî ve ji bo rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Navenda Nûçeyan- Xebatkarê JIN TV Necmedîn Feysel ê ku di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser wesayîta JIN TV ya li derdora Til Şîîr a li ser rêya Qamişlo-Amûdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyana xwe ji dest da, duh li Goristana Şehîd Îsmaîl berbi rêwîtiya dawî ve hat oxir kirin.

‘Em ê têkoşîna wî bidomînin’

Di merasîma cenaze de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mistefa Amîrî axivî û got: “Serketinên gel bi saya şehîdan hatine bidestxistin. Em ê têkoşîna şehîd Necmedîn temam bikin û emê li serkeftinên şehîdan xwedî derkevin.” Xebatkara JIN TV Loristan Derweş jî diyar kir ku şehîd Necmedîn Feysel tevî şert û mercên dijwar heta dawiyê xebitî û sersaxî ji malbata wî re xwest. Loristan Derweş soz da ku ewê têkoşîna Necmedîn Feysel berdewam bidomînin. Piştre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Hena Xalid nasnameya şehadetê xwend û radestî malbata wê kir.

Piştî axaftinan Necmedîn Feysel ji aliyê sedan kesî ve ber bi rêwî