Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt hat binçavkirin

Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt li Dersîmê dema ku rojname belav dikir hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt dema li Taxa Mogoltay a Dêrsimê rojname belav dikir, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Têkildarî rojnameyê tu biryarên komkirinê nînin lê dîsa jî polîsan dest danîn ser rojnameyên Azîme bozkurt

Polîsan têkildarî binçavkirinê tu sedem nîşan nedan. Hat zanîn ku di dema binçavkirina Azîme Bozkurt de Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bertek nîşanî helwesta polîsan dan û hewl dan ku polîs Azîme binçav nekin. Ayten Kordu got: “Derheqê rojnameyê de biryara komkirinê nîne. Ji bo şexsê jî tu biryareke binçavkirinê nîne. Hûn bi kîjan sedemê binçav dikin?” Ayten Kordu diyar kir ku  ku binçavkirineke keyfî ye. 

Tevî hemû nerazîbûnan jî Azîme Bozkurt, ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û bi darê zorê li wesayîtê hate siwarkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê.