Xebatên li dijî tundiya li ser jinan li Kantona Hesêke didomin

Endama Rêxistina Sara Helîma Mihemed diyar kir ku li dijî tundiya li ser jinan li kantona Hesekê bi sedan semîner, serdanên malê û xebatên perwerdeyê li dar xistine û got ku ew ê zêdetir bixebitin da ku civakê ji zihniyeta mêr-dewletê rizgar bikin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Ji ber polîtîkayên dewletan ên ku newekheviya jin û mêr kûr dikin û diparêzin, şîdeta mêr-dewletê ya li ser jinê bi êş berdewam dike. Di rewşên weke şer de, dibe ku jin li hemberî şîdeta ku rastî wan tê, zehmetir bibe.

'Divê pergala mêr dewletê bê guhertin'

Endama Rêxistina Sara ya Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Helîma Mihemed têkildarî tundiya li ser jinê nirxandinan kir. Helîma Mihemed da zanîn ku li hemberî felsefeya Jin Jiyan Azadî şerekî mezin tê meşandin û wiha anî ziman: “Eger em behsa beriya şoreşê bikin em ê behsa hişmendiya dewletê jî bikin ku çawa qetilkirina jinan tiştekî normal dibîne û li hemberî wî sûcî jî ceza nayê xwestin di bin gelek navan de ew mêr tên rizgarkirin lewma ev hişmendiya mêr ango ya dewletê belav bû, qetilkirina jinan zêde bû. Em dikarin bibêjin ku pargala desthilatdariyê bi xwe jinan qetil dike. Ji ber ku pergal mêran her dem bi bêcezatiyê diparêze. Ji bo vê yekê jî pêwîst e ev pergal biguherîne.”

‘Her roja diçe bûyerên qetilkirinê zêde dibin’

Helîma Mihemed bal kişand ser qetilkirina jinan ku xeteriyek li ser civakê ye û wiha got: “Civaka ku jin tê de werin qetilkirin ew civak tê tunekirin û ji hev belav dibe. Civaka ku jin tê de azad bin ew civak civakek zana xwedî dîrok û nasname ye lewma jin di civakê de xwedî roleke bingehîn e. Di sala 2023’yan de 5 jin hatine qetilkirin û 4 ji wan jî xwe kuştine. Ji bo wê jî em wekî rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, bi riya perwerde û hemleyên ku em li dar dixin ji bo guhertina zihniyeta baviksalarî xebatan di warê jinan û di nava civakê de didomînin û pîvanên azadiya jinan di nava civakê de bi pêş dixin. Em dixwazin di nava malbatê de tekiliyên azad û wekhev ava bikin. Bi vî rengî em ê bikaribin rê li ber pirsgirêkan bigrin. Di şoreşa Rojava de zêdetir êrîş li ser jinan pêk hatin û di nava civakê de qetilkirina wan zêde bû ji ber ku jin di vê şoreşê de pêşeng bûn û ev metirsiyek ji pergalên mêr e ku ditirsin pergala wan bêwate bimîne.”

‘122 semîner hatin dayîn, 92 doz hatin çareserkirin’

Helîma Mihemed wiha behsa kar û xebatên xwe yên sala 2023’yan kir: “Îsal kar û xebatên me baş hatin meşandin. 2000 buroşur li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li Hesekê hatin belavkirin. 36 civîn hatin lidarxistin. 531 malbatên şehîdan û sazî hatin ziyaretkirin. 122 semîner bi tevlibûna 1692 kesan hatin lidarxistin. 92 doz hatin çareserkirin ji wan 4 kuştin, 5 xwekuştin, 2 jî hewldana întiharê çêbû. 5 daxuyanî li ser sûcên qetilkirinê, daxuyaniyek jî li ser Jîna Emînî hat dayîn. Em ê sala li pêş kar û xebatên xwe zêdetir bikin da ku bikaribin rê li ber tundiyê bigrin û zihniyetek azad bidin avakirin.”

‘Em girîngiyê didin perwerdê’

Helîma Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirsgirêkên qetilkirina jinan bi pêşxistina perwerdeyê dê were çareserkirin. Pêwîst e hişmendiya mêr a dewletê ji mêjiyê civakê were derxistin û wan li ser perwerdeyek bi exlaq û polîtîk ava bike. Em jî ji bo vê hişmendiyê biguherînin perwerde, semîner, buroşur û daxuyaniyan didin. Niha jî me dest bi hemleya 25’ê Mijdarê di bin dirûşma “Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê, jin Jiyan azadî” kiriye.