Xantûr Kara: Rêber Apo bi têkoşîna xwe komplo vala derxist

Endama Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Xantûr Kara derbarê komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê de axivî û diyar kir ku têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd komplo têkbir.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi komployek navdewletî ji aliyê hêzên hegemonîk ve hat dîlgirtin. Bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li seranserî Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin û heya niha jî berdewamin. Bi taybet jî ji aliyê jin û ciwanan ve çalakiyên bi bandor hatin li darxistin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li beramberî kolekirin û tune hesibandina jinê ya ji aliyê sîstema desthilatdar ve azadî û mafê jinê esas girt.

Ev dikeve sala xwe ya 26’emîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girava Îmralî de dibin tecrîdek girankirî de tê girtin û sê salin jî bi tu şêweyî agahî jê nayê girtin. Bi nêzbûna 15’ê Sibatê ango roja komploya navdewletî re li hemû cîhanê jin, ciwan û gel li dijî vê komployê têdikoşin û çalakiyan li dardixin. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevayî kesên xwedî lêgerîna azadiyê riya rizgariyê ye, hem li Kurdistan hem jî li welatên cîhanê çalakî têne lidarxistin û ji azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinava têkoşînê de ne. Ango mirov dikare bêje Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan buye rizgarkerê cîhan û mirovahiyê.

Xantûr Kara Endama Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê li ser salvegera komploya navdewletî, bandora komployê ya li ser jin, ciwan û gelan ji ajansa me re axivî.

Xantûr Kara wiha qala dema derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Dema em temaşeyî dîroka beriya 15’ê Sibata 1999’an dikin, dîroka gelê Kurd pir cuda bû. Ji ber ku gelek serhilanên gelê Kurd rabûn di pêşengtiya mîr û begên Kurdan de, lê hemu serhildanên ku hatin destpêkirin demkurt bûn û ev serhildan jî bi îxanetê hatin çewisandin. Dewleta Tirk hertim bi rê û rêbazên cuda hewldaye gelê Kurd tune bike. Hinek caran bi bîrdozî, hinek car leşkerî û hinek caran jî fîzîkî xwestine gelê Kurd tune bikin. Li beramberî serhildanên gelê Kurd yên ku hatine çewisandin, pêngava ku Rêber Apo dayî destpêkirin bi temen derbazî temenê ciwan bû, ji ber ku bi ciwantî hat destpêkirin. Bi gotina ku Rêbertî ya ‘Me bi ciwantî destpêkir em ê bi ciwantî jî serbikevin’ mirov dikare bivê yekê be girê bide. Fikir û felsefeya Rêber Apo ferqa xwe ji serhildanên din ên gelê Kurd hebû. Çawa ku gelê Kurd û mirovahî di ferqa vê zanabûnê de bû, dewleta Tirk a faşîst jî di ferqê de bû û ji bo ku bikare vê bîrdozî û partiya PKK’ê ya ku hatî destpêkirin bi çewisîne hertiştî kir. Herî dawî jî serlêdana dewletên navnetewî kir û bi vê rêbaza xwe ya qirêj û bi dewletên Ewrupa re yekitiyek avakir û bivî awayî komployek navdewletî li beramberî Rêbertî hat destpêkirin.”

‘Gelê Kurd bi têkoşîna xwe bersiv da komployê’

Xantûr Kara di dewama axaftinên xwe de qala encamên komploya navdewletî bi xwere anî kir û wiha got: “Di encama vê komployê de gelek guhertin û veguhertinên mezin hem li Kurdistanê hem li dervey Kurdistanê hatin jiyan kirin, taybet dinava rêxistin, ciwanên Kurd û gelê Kurd de. Li beramberî komployê ciwanên Kurd, gelê welatparêz û mirovên welatparêz bi agirê bedena xwe bersiva komployê dan. Ango gotin ger komplo li ser Rêbertiya me were meşandin bê guman ev komplo li ser gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd û tevayî mirovahiyê tê meşandin. Li beramberî komployê gelek ciwanên Kurd agir berdan bedena xwe û bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bersiv dan komploya navdewletî. Ev çalakiyên ku hatine meşandin ger Rêbertiya me pêşî lê negirtiya wê bi hezaran kes agir berdana bedena xwe û wê li beramberî komployê wê çalakiyên cûr ber cûr hatiban meşandin. Herwiha li beramberî vê komployê wek jin, civak û taybet rêxistin hîn zêdetir xwe rêxistin kirin û xwe gihandina mertebeya bilindtir wek bersiv bû li beramberî komployê.”

‘Divê em fikir û felsefeya Rêbertî li her derê cîhanê belav bikin’

Xantûr Kara li ser çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin ev nirxandin kir: “Kedeke gelek mezin û nûwaze hat meşandin ku îro wek gelê Kurd taybetî jî fikrên Rêber Apo li seranserî cîhanê hatiye belav kirin. Ne gelê Kurd tenê tevayî mirovahî û kesên rewşenbîr, akademîsyen û azadiya gelan dixwazin di roja îro de çalakiyan didin meşandin. Herwiha dinava van çalakiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Bi taybetî li Kurdistanê îro li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hemu dîlên azadiyê di çalakiyê dene. Li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistan û Mexmûr jî çalakiyên demdirêj hatine destpêkirin. Bê guman wê ev çalakî bandora xwe bikin. Di roja îro de şansek destê me de heye ku em dikarin bi hemu rê û rêbazan Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikin. Dibe ku piştî demek din ev derfetê ku destê me de heyî nebe, ji bo wê divê em demildest bikarin bi awayek fîzîkî Rêbertî azad bikin û hîn zêdetir wek jin xwe rêxistin û perwerde bikin.”

‘Ji ber ku nêrînên Rêbertî ji bo azadiya mirovahiyê ye tecrîdê giran dikin’

Kara destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan buye rizgarkerê mirovahiyê ji bo wê dewleta Tirk a dagirker herku diçe tecrîdê giran dike û got: “Raste Rêbertî jinava gelê Kurd rabû lê dema em temaşeyî nirxandin, nêrîn û felsefeya Rêber Apo dikin em dibînin hemu bawerî, ziman û çandan digre nava xwe û mînaka vê li Rojavayê Kurdistanê jî bi awayek şênber tê jiyankirin. Fikir û felsefeya Rêber Apo wê ne tenê ji bo gelê Kurd sûd bide, ji bo giştî mirovahiyê ye û jixwe sedemê vê komploya ku li beramberî Rêber Apo bi taybetî jî ev tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî tê meşandin nêrînên Rêber Apo ne. Ji ber ku dibînin nêrînên Rêber Apo li seranserî cîhanê heta astek belav buye û ji aliyê hemu civakan ve tê piştgirî kirin. Li ser vê esasê jî hemu civak dixwazin li ser vê felsefeyê jiyana xwe bi awayek hevbeş bidin domandin.”

‘Bi gûr kirina têkoşîn emê serkeftinê bidestbixin’

Xantûr Kara di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Li beramberî van nêzîkatiyên dijmin tişta yekane di destê me de bilindkirina têkoşîn û berxwedanê ye, ji bo ku em bikarin hem azadiya gelê Kurd hem azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di demek kurt de bidest bixin. Bi gûr kirina têkoşîn û belavkirina berxwedana xwe emê bikarin armanc û hedefên ku wek gelê Kurd û rêxistin me dayî pêşiya xwe di demeke kurt de bi awayek serkeftî bidest bixin. Em vê komploya navdewletî ya ku li ser Rêbertiya me hatî meşandin şermezar dikin û em dibêjin hûn nikarin bi komployên xwe yên qirêj ên li hemberî Rêbertiya me û gelê Kurd vê têkoşîna me lewaz bikin.”