Women Press Freedom: Girtina rojnamegerên jin weke çekek tê bikar anîn

Women Press Freedom anî ziman ku desthilatdar girtina rojnamegeran weke çekek bikar tînin û daxuyand ku 92 rojnamegerên jin li girtîgehan tên girtin.

Navenda Nûçeyan – Women Press Freedom a girêdayî Koalîsyona Jinan a Di Rojnamegeriyê De piştî 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê rapora xwe ya derbarê rojnamegerên jin bi raya giştî re parve kir.

Di raporê de bal lê hat kişandin ku desthilatdar girtîgehan bi taybetî li dijî rojnamegeran weke çekek bikar tînin û wiha hat gotin: “Li seranserî cîhanê hikûmet ji bo bêdengkirina rojnamegeran amûra herî pinî dîtin. Di Roja Azadiya Çapemeniyê de em îsal zêdebûna xeternak a girtina rojnamegeran dibînin. Li girtîgehan bêdengkirina rojnamegeran, şêwazê sansûrê ya herî cidî ye ku bin pîvanê bingehîn a azadiya çapemeniyê dikole.”

‘Gef di asta kûrevî de zêde dibe’

Rapor bal kişand metirsiyên ser rojnamegeran ên tevahiya cîhanê û wiha pê de çû: “Em li bendê ne ku demildest temînata çêkirina nûçeyan a azad û bêtirs ji rojnamegeran re were pêkanîn. Her ku binçavkirina rojnamegeran bidome dê gefa ser xwe îfadekirinê û demokrasiyê jî wek kurewî berdewam bike. Divê em girtina rojnamegerên ku heqîqet û hesabpirsînê tînin bîra me piştguh nekin. Daneyên me nîşan didin ku girtin ne tenê li cem desthilatên derveyî demokrasiyê tevdigerin, di tevahiya cîhanê de bûye kampanyayekî giştî.” 

 92 rojnamegerên jin di girtîgehan de ne

Di berdewama raporê de hat gotin ku di sala 2024’an de 92 rojnamegerên jin di girtîgehan de tên ragirtin û ev agahî hatin parvekirin: “Di sala 2024’an de, rewşa navnetewî ya perçebûyî ji bo rojnamegeran her ku diçe bêhtir dibe metirsyar. Hêj îsal Tahira Nosheen Rana li Pakîstanê bi awayekî hovane hate kuştin. Îsraîl di bombebarana Xezayê de Hiba al-Abadla û keça wê Judy, Alaa Hassan Al-Hams û Angham Ahmed Adwanê kuşt. Ji meha nîsanê ber bi îro ve ji bo rojnamegerên jin li gelek herêman bûyerên binçavkirin û girtinê her ku diçe zêdetir dibin. 92 rojnamegerên jin niha girtî ne. Hinek bi dehan salên girtinê yên din bi gefên cezayên kuştinê re rû bi rû ne. Ji serê îsal ve 57 rojnameger hatin binçavkirin, girtin û hefskirin. 

Li dijî rojnamegerên jin tacîz, cihêkarî û zayendparêzî

Di berdewama raporê de ev tişt hatin gotin: “Agahî ne tenê binpêkirina mafên van jinan in, di heman demê de dema ku dikevin girtîgehê jî rastî tacîz, muameleyên cihêkariyê, zayendperesiyê tên. Ev ne tenê bi bêdêngkirina jinan re bisînor dimîne, heman demê de peyamê dide jinan, wan ji rojnamegeriyê dûr dixe. Daneyên di destê me de derbarê rewşa hedefgirtina jinên rojnameger û astengiyên ku derdikevin pêşberî wan jî nîşanî me didin.”