WMO: Dibe ku germahiya hewayê ya kûrewî bigihîje asta rekorê!

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO), diyar kir ku îhtîmal heye germahiya kûrewî di nava 5 salên pêş de bigihîje pileya 1,5 santigratî û ragihand ku dibe germahiya hewayê ya kûrewî bigihîje asta rekorê.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku dibe di navbera salên 2023-2027’an de li seranserê cîhanê germahiya hewayê ya rekorê bê dîtin

Di rapora WMO’ê ya ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, bal hat kişandin ku gaza serayê û bûyera hewayê ya El Nîno germahiya hewayê hîn zêdetir dike. Di raporê de hat destnîşankirin ku tê texmînkirin ji sedî 98 îhtimal heye di navbera salên 2023 heta 2027’an de herî kêm salek bibe sala herî germ û tevahiya 5 salan jî bibe serdemek ku germahiya hewayê ya kûrewî bigihîje asta rekorê.

Dê germahiya hewayê ya kûrewî bigihîje asta rekorê

Di raporê de hat diyarkirin ku di pêvajoya mijara gotine de bi îhtimaleke ji sedî 66 germahiya hewayê ya li ser rûyê erdê jî li gorî sedsala beriya şoreşa pîşesaziyê herî kêm 1,5 pile zêdetir bibe û hat diyarkirin ku heta 2027’an germahiya hewayê ya kûrewî dê bigihîje asta rekorê.

Germahî dê bandorê li baranê bike

Di raporê de hat diyarkirin ku germahiya hewayê dibe bandorê li barana li deverên cuda yên cîhanê bike, bal hat kişandin ku dê baran li gorî herêman biguhere li hin deran zêde be li hinek deran jî kêm bibe. Di raporê de hat destnîşankirin ku gazên serayê jî dibin sedema germbûn û asîdbûna okyanûsan, helîna qeşeyê, bilindbûna asta deryayan û bûyerên hewayê yên tund.

‘Dê encamên wê pir berfireh bin’

Di raporê de daxuyaniya Sekreterê Giştî yê WMO’ê Petteri Taalas jî cih girt. Petteri Taalas destnîşan kir ku germahiya rekor dê di warê tenduristî, ewlehiya xurek, rêveberiya avê û jîngehê de encamên berfireh biafirîne û hişyarî da ku divê ji van encaman re amade bin. Petteri Taalas her wiha hişyarî da ku El Nîno (bûyerek gerdûnî ya okyanûs-atmosferê) bi yekbûna guherîna avhewaya ku çavakaniya wê mirov in re dê germahiya gerdûnî ber bi herêmek ku nehatiye keşfkirin ve bibe.