WHO ragihand ku li Nexweşxaneya Şifayê hemû xizmet rawestiya ye

WHO ragihand ku li Nexweşxaneya Şîfa ya Xezayê hemû xizmeta ku bû hedefa êrîşên Îsraîlê rawestiyane û destnîşan kir ku hilweşandina nexweşxaneyê tê wateya rakirina dilê pergala tenduristiyê.

Navenda Nûçeyan - Artêşa Îsraîlê ji 7ê cCtmehê ve bênavber êrîşên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê didomîne.

Îsraîlê duh ragihandibû ku ew ji kompleksa tenduristiyê ya herî mezin a  Zivala Xezayê, Nexweşxaneya Şîfayê û derdora wê vedikişin. Hikûmeta Xezayê ragihand ku hêzên Îsraîlî li Nexweşxaneya Şîfa û derdora wê zêdetirî 400 Filistînî kuştin, zêdeyî 900 binçav kirin û 1050 xanî hilweşandin.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku beriya vekişînê artêşa Îsraîlê hemû avahiyên Nexweşxaneya Şîfayê şewitandin û bi temamî ji xizmetê derxistin, qat û odeyên avahiya cerahiyê ya nexweşxaneyê bi temamî wêran kirin û hemû pêdiviyên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê ji holê rakirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) daxuyaniyek da û ragihand ku hemû xizmetên li nexweşxaneyê rawestiyane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hilweşandina nexweşxaneyê tê wateya rakirina dilê pergala tenduristiyê ya li Xezayê. 

Di daxuyaniya berê ya WHO’yê da hat parvekirin ku di nav nexweşên li nexweşxaneyê de 4 zarok û 28 nexweşên giran ên ku amûrên lênêrînê tune ne nikarin werin dermankirin û herwiha hat diyarkirin ku gelek ji birîndarên li wê derê bi enfeksiyonê ketine û bê av mane.