WHO: Nexweşxaneya Şîfayê ji xizmetê derket
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têkildarî Nexweşxaneya Şîfayê ya dibe hedefa êrişên Îsraîlê axivî û wiha got: “Av, xwarin û sotemenî tune ye. Alav û amûrên tibî jî nemane.”
Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê didome. Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku Nexweşxaneya Şîfayê ya li Xezayê ku dibe hedefa êrişên Îsraîlê êdî nikare xizmetê bike.
Tedros Adhanom Ghebreyesus têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal a X’ê diyar kir ku peywira ku xetereyeke meizn di xwe de dihewîne bi pêşengtiya şandeya nirxandinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li Nexweşxaneya Şîfayê dimeşîne.
Tedros Adhanom Ghebreyesus ev agahî parve kir: “Şandeyê dît ku êdî nexweşxane nema dikare xizmetê bike. Av, xwarin û sotemenî nema ye. Alav û amûrên tibî jî qediya ne. Xebatkarên tenduristiyê xwestin ku nexweşên ku êdî nema dikarin alîkariya jiyanî wergirin ji wir derxînin.”