WHO: Li Xezayê yê dê bêtir mirov nexweş bikevin û bimirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de bal kişand metirsiya rewşa mirovî ya li Xezayê û got, "Eger xwarin têr nebe, dê zêdetir mirov nexweş bikevin û bimirin."

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) derbarê metirtiya rewşa mirovî ya li Xezayê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X’ê daxuyanî da. WHO di daxuyaniya xwe de got, "Li Xezayê her kes birçî ye, gelek kes ji birçîna dimirin" û hişyarî da ku li heremê nexweşiyên enfeksiyonê belav dibin.

WHO got, "Birçîbûn hêza mirovan a li hemberî nexweşiyan qels dike. Bêyî xwarina têr wê mirov zêdetir nexweş bikevin û bimirin." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê êş û azarên Xezayî dikşînin bi dawî bibin û banga "agirbesta lezgîn" hat kirin.