WHO: Li Xezayê nexweşiyên şewbê bi lez belav dibin

Berdevka Rêxistina Rendirustiyê ya Cîhanê (WHO) Margaret Harris diyar kir ku sîstema tendirustiyê li Zîvala Xezayê têk çûye, nexweşiyên şewbê bi lez belav dibin.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê yên li Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve heta niha bênavber berdewam dikin, heta niha 33 hezar û 91 kes li ber çavên cîhanê hatine qetilkirin. Hejmara birîndaran jî li gorî daneyên herî dawî yên hatine ragihandin bû 75 hezar û 750. Li Xezayê hê jî di bin xirbeyan de û li ser riyan cenaze hene lê belê ji ber astengiyên hêzên Îsraîlê nikarin bigihîjin cenazeyan.

Berdevka Rêxistina Rendirustiyê ya Cîhanê (WHO) Margaret Harris diyar kir ku li Xezayê xizmeta sîstema tendirustiyê têk çûye ji 36 nexweşxaneyan tenê 10 jê kêm dikarin xizmetê bikin. Margaret Harris agahiya ku li herêmê nexweşiyên şewbê bi lez belav dibin da û da zanîn ku di nava Filistîniyan de zêdeyî 614 enfeksiyona riya bêhnstandinê û 330 hezar bûyerên îshalê hatine tesbîtkirin.

Nexweşiyên şewbê bi lezgînî belav dibin

Li Xezayê 83 hezar û 500 bûyerên xwirê, 48 hezar serdeçûna çerm û 7 hezar û 300 sorik hatine dîtîn, di 21 hezar û 300 kesan de nexweşiya zerikê hatine qeydkirin.

Li aliyê din hejmara bûyerên sorikê yên hatine tesbîtkirin fikaran zêde dike. Li gorî Wezareta Tendirustiyê ya li Xeza zêdeyî 27 zarok ji berçîbûnê mirine.