WHO: Ji 36 nexweşxaneyên li Xezayê 17 jê bi qismî xizmetê dide

Rêvebirê Rewşa Lezgîn a Cîhanê ya WHO Mike Ryan ragihand ku li Xezeyê ji 36 nexweşxaneyan 17 ji wan qismî xizmetê didin.

Navenda Nûçeyan - Rêvebirê Rewşa Lezgîn a Cîhanê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Mike Ryan di civîna ku li ser înternetê beşdar bû de, li ser rewşa tenduristiyê ya li Xezaya ku ji aliyê Îsraîlê ve di bin êrîşên dijwar de ye axivî.

Mike Ryan got, "Ji 36 nexweşxaneyên li Xezeyê tenê 17 qismî xizmetê didin" û bal kişand ku nexweşxane ji ber zirara fizîkî, nebûna sotemeniyê, kêm malzemeyên tibbî û windakirina personelan di xetereyê de ne. Mike Ryan bal kişand ser wê yekê ku sîstema tenduristiyê bi temamî hilweşiyaye û diyar kir ku êrîşên li ser xizmetên tenduristiyê berdewam dikin.

Mike Ryan got: "WHO di navbera 7'ê Cotmeha 2023 û heya 22'ê Tebaxa 2024'an de hezar û 98 êrîşên li ser xizmetên tenduristiyê yên li herêmên dagirkirî yên Filistînê pêk hatin belge kir, ji wan êrîşên pêk hatî de 492 li Xezayê pêk hatin" her wiha diyar kir ku di wan êrîşan de 747 kesan jiyana xwe ji dest dane û 969 kes jî birîndar bûne.