WHO: Li Sûdanê hejmara miriyan derket 850’î

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku hejmara kesên ku li Sûdanê di pevçûnên navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn yên paramîlîter de jiyana xwe ji dest dane derket 850’î.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê tevî agirbesta di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ya di 15’ê Nîsanê de, pevçûn didomin. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hejmara kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane derket 850’î.
Li aliyê din bi moderatoriya Rolando Gomez Serokê Beşa Çapemenî û Têkiliyên Derve ya Yekîneya Ragihandinê ya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî civîneke çapemeniyê ya heftane hat lidarxistin. Dîrektorê Sûdanê ya Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) Eddie Rowe diyar kir ku di civîna ku ew li ser înternetê beşdar bû de pevçûnên di navbera Sûdan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dewam dikin.
'Alîkariya erzaq û xurekê giha 725 hezar kesî'
Eddie Rowe diyar kir ku ji bo Xertuma ku pevçûn didomin yekemîn alîkariya xurekê 27’e Gulane dest pe kir û wiha got: "Ji bo 15 hezar Sûdaniyên li heremên ku aliyên pevçûnê artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn venêrîne dikin, alîkarî hatin şandin. Li gorî rewşa ewlehiyê bêtir alîkariyên xwarinê dihat pêşbînîkirin. WFP plan kiribû ku li Xartûmê bigihêje 500,000 kesan. Hefteya borî, belavkirina xwarinê ji bo 4,000 mirovên li Port Sûdanê dest pê kir. WFP bi lez û bez piştgiriya xwe li Sûdanê zêde kir û li seranserê welêt ji derdora 725 hezar kesan re alîkariyên xureka lezgîn û xwarinê hat şandin."
'13,6 mîlyon zarok hewcedarê piştgiriyê ne'
Berdevkê Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) James Elder got ku 13,6 mîlyon zarokên li Sûdanê hewcedarê "piştgiriya jiyanê" ne.
Agirbest duh 5 rojên din hatibû dirêjkirin
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Xartûmê ragihandibû ku bi navbeynkariya Erebistana Siûdî û Amerîkayê agirbesta ku di 20’ê Gulanê de di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de hatibû îmzekirin 5 rojên din hatiye dirêjkirin. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku bi biryara dirêjkirina agirbestê wê demê zêdetir alîkariyên mirovî û xizmetên bingehîn bên dayîn û li ser agirbesteke demdirêj nîqaş bê kirin.