Wezîrê Karêhindir ê Yemenê ji ber serkeftina xebatê karmendên jin pîroz kir
Di pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de Wezîrê Karên Hundir ê Yemenê Îbrahîm Hêdan bi kadroyên Wezareta Karên Hundir ên jin ku di gelek sektoran de dixebitin re civiya. Di heman demê de Dezgeha Ewlekariya paytexta demkî Aden jî gelek polîsên jin xelat kir.
NÛR SIRÎB
Yemen -Wezîrê Karên Hundir ê Yemenê Îbrahîm Hêdan eleqeya xwe ya mezin ji bo piştgirî û bihêzkirina jinan û biryardariya wezaretê ji bo piştgiriya kadroyên jinan, diyar kir. Her wiha bi xêrhatina kadroyên jin kir û Roja Jinên Cîhanê li wan pîroz kir.
Di civînê de li raman, pêşniyar û giliyên jinên polîs hat guhdarîkirin ku dixwestin derfetek peyda bikin ji bo jinan bi hêz bikin û rola wan bi tevahî di Wezareta Karên Hundir de çalak bikin.
Wezîrê Karên Hundir bang li kadro û rêveberên jin kir ku meclisek an saziyeke polîsên femînîst damezrînin da ku bi riya wê bikaribin daxwaza mafên xwe bikin û bi sazî û dezgehên civakên din re çalak beşdar bibin, ji bo astengiyan ji serokatiya wezaretê re veguhêzin û çareseriyên guncaw bibînin. Her wiha destnîşan kir ku ev maf wê piştgirî ji Wezareta Navxweyî, hikûmet û serokatiya siyasî, rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan, bigre.
Jinên polîs ji aliyê xwe ve spasî ji bo hemû hewldanên Wezîrê Navxweyî Îbrahîm Hêdan kirin. Her wiha Seroka Giştî ya Beşa Parastina Malbatî li Wezareta Navxweyî Eliya El-Salih di daxuyaniyek taybet de ji Ajansa me re wiha got: "Armancên hêja ji civînê derketin û li gorî rêwerzên cenabê wezîr, em ê li ser wan bixebitin da ku rola jinên karker di sektor û beşên cihêreng ên wezareta hundirîn de zêde bikin. Rêzgirtina me û guhdariya gilî û pêşniyarên me ji bo me teşwîqek mezin e."
Ji aliyê xwe ve Simûd El-Yafeî jî wiha got: "Vê civînê derfet da me ku em rasterast bi Wezîr Îbrahîm Hêdan re biaxivin û hemû rastiyan jê re bêjin."
Ev yekemîn civîn e ku serkirdeyatiya wezaretê di gel çend kadroyên ewlehiyê yên jin, bi ramana zêdekirina beşdarbûn û bihêzkirina jinan di çarçoveya xebata xwe de li Wezareta Navxweyî çêdibe.
Di çarçoveyeke cuda de, Rêveberiya Ewlekariya Paytexta Demkî Aden bi minasebeta Roja Jinên Cîhanê hejmarek polîsên jin xelat kir. Her wiha Midûrê Giştî yê Polîsê Aden Mutehir El-Şiêbî pesnê rola jinên ku di ewlekariya Aden de dixebitin da.