Wezîrê Dadê: Dibe ku cenazeyê Gulistan bi madeyên kîmyewî hatibe tunekirin
Wezîrê Dadê Akin Gurlek li ser doza Gulistan Doku daxuyaniyek da û diyar kir ku îdia li ser windakirina cenaze hene. Gurlek da zanîn ku dibe ku cihê cenaze çend caran hatibe guherandin û bi madeyên kîmyewî bi tevahî hatibe tunekirin.
Navenda Nûçeyan - Wezîrê Dadê Akin Gurlek der barê doza Gulistan Doku de agahî da û got: "Dibe ku termê wê bi madeyên kîmyewî bi tevahî hatibe tunekirin."
Wezîrê Dadê Akin Gurlek der barê doza Gulistan Doku de ku di 5'ê Çileyê de li Dêrsimê hatibû kuştin, daxuyaniyek da. Wezîrê Dadê got: "Der barê kiryarên berê yên hinek rayedarên dewletê yên tê îdiakirin desthilatdariya xwe ji bo astengkirina lêpirsînê an jî jiholêrakirina delîlan bi awayekî nebaş bikar anîne, îdia û encamên cidî têne lêkolînkirin."
Hûrguliyên der barê cenaze de
Wezîrê Dadê ev daxuyanî da: "Yek ji mijarên herî girîng ji bo me dîtina cenazeyê Gulistanê ye. Hinek daxuyaniyên di dosyayê de nîşan didin ku dibe cenaze çend caran ji cihê xwe hatibin derxistin. Dibe ku cenaze bi madeyên kîmyewî bi tevahî hatibe tunekirin. Hinek beyan hene û destnîşan dikin ku wê herî dawî birine cihekî li ser riya Pertekê."