Wezaretê ji şaredariya ku DEM Partî qezenc kir wesayîta çopê xwest

Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê, wesayîta çopê ya ku tahsîsî Şaredariya Qereyaziyê kiribû, piştî şaredarî ket destê DEM Partiyê ji şaredariyê xwest.

Navenda Nûçeyan – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di 31'ê Adarê de Şaredariya Qereyazî ya Erziromê ku di destê qeyûm de bû, bi dest xist. Piştî ku DEM Partî bi ser ket, Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê wesayîta çopê ya ku ji şaredariyê re stendibû, ji şaredariyê xwest.

‘Hewce bike em ê bi xwe çopê berhev bikin’

Hevşaredarê Qereyaziyê Fûat Tûtkûn der barê mijarê de axivî û diyar kir ku kamyona çopê bi awayekî demborî tahsîsî şaredariyê hatiye kirin û piştî 31'ê Adarê dîsa ji şaredariyê hatiye xwestin û got: “Ji bo wesayita çopê 432 hezar û 48 TL hatiye diyarkirin û ev qas ji budçeya şaredariyê tê girtin. Di protokolê de ku bi Midûriyeta Şopandina Veberhênanê û Koordînasyonê ya Walîtiya Erziromê re hatiye kirin, xala 'tahsîsa demoborî' hatiye zêdekirin. Ji ber ku ev xal lê hatiye zêdekirin, piştî hilbijartinê wesayîta xwe dixwaze. Her der di nava çopê de ye û pêdivî bi wesayîta çopê heye. Bi vî awayî dixwazin gel ceza bikin. Lê çi dibe bila bibe em ê xizmeta gelê xwe bikin. Ger hewce bike em ê bi xwe çopê berhev bikin.”

Milyonan li nelirêtiyan xerc kirin

Fuat Tûtkûn bal kişand ser hin nelirêtiyên qeyûman û da zanîn ku qamyoneke bi modela 2014'an a kevn ji navçeya Sorgûn a Yozgatê hatiye stendin û got ku tenê fîrmayeke ketiye îhaleya qamyonê. Fuat Tûtkûn destnîşan kir ku ji bo îhaleyê 4 milyon û 350 hezar TL hatiye dayîn û got ku lê mirov niha dikare bi wî pereyî qamyoneke baştir bistîne.

Fuat Tûtkûn da zanîn ku dîwarê îstindaê yê qeymeqamtiyê û qulûbeya wê ya notirvaniyê û avahiya xeracê jî bi budçeya şaredariyê hatiye çêkirin.