'Wezareta Malbatê piştgiriya ji bo zarokan dike amûra reklamê'
Ekîba Koordînasyona Sivîl a Afat-Zarok diyar kir ku Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî gihandina zarokan ji bo mafên wan, kiriye amûra reklamê û ev bang kir: "Ji bîr nekin xebatên wezaretê ne lutfek e.”
Navenda Nûçeyan- Ekîba Koordînasyona Sivîl a Afet-Zarok, ji bo di karesatan de pêdiviyên zarokan bên bicihanîn bang li Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mafê herî bingehîn ê zarokan ew e ku piştgiriyê li gorî pêdiviyên xwe ji personelên xwedî jêhatîbûnên pîşeyî bigrin.
'Wezaret sînor û mafên zarokan binpê dike'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo zarok ji vê pêvajoyê, neyînî bi bandor nebin divê sazî û rêxistin pêvajoyê bi bandor, bi berhemdar û exlaqî bi rê ve bibin û wiha hat gotin: “Dema xebatên piştgiriyê yên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî li ser hesabên medyaya dijîtal tên parvekirin kêliyên ku zarok piştgirî digrin bi binpêkirina sînor û mafên zarokan tê pêşkêşkirin. Mafê jibîrkirina zarokan tê binpêkirin. Piştgiriya ku ji bo zarokan te pêşkêşkirin dibe amûra reklamê.”
'Awayê piştgiriyê ji bo ewlehiya zarokan xeter e’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku piştgirî û weşandina desteka bi vî rengî rastiya zarokan ji nedîtî ve tê û wiha hat gotin: “Ji bo ewlehiya zarokan ev yek xeter e. Zarokan bi êrîşa zayendî re rûbirû dihêle.” Tiştên ku divê dema piştgirî bidin zarokan bi baldarî werin kirin wiha hatin rêzkirin:
“* Zarokan ji bo xebatên xwe yên danasînê nekin amûr,
*Ji bîr nekin ku zarok kirdeya maf in û xebatên wezaratê ne lutfek e.
* Zarokên ku bi awayekî rûyê wan xuya dike wêneyan nakişînin, dîmenên wan nekişînin, dengên wan tomar nekin û navê wan parve nekin,
* Qada ku piştgirî lê tê dayîn bi ewle bikin, qelebalix û belavkirinê asteng bikin, pêşî li îzdihdamê bigrin.
*Piştgiriya xwe bi awayekî ji bo balê bikşîne ser hemû cudahiyên ku zarokên li wê herêmê hene, pêk bînin.”