Wezareta jinan a Tûnisê şîdeta tund a ku mafên jinan hedef digre şermezar kir

Wezareta jin, malbat, zarok û kesên temenê wan mezin şîdet û şêwazên şîdeta li ser bingeha ku zirarê bide rûmeta parêzvanên jin ên mafên mirovan ên Tûnisê şermezar kir.

 
Tûnis- di 18'ê Cotmehê de Wezareta jin, malbat, zarok û kesên temenê wan mezin bi daxwiyaniyek tiştên ku li ser medyaya civakî tên nirxandin şermezar û red kir û ev tişt wekî şîdeta devkî ku li ser bingeha binpêkirina rûmeta parêzvanên jin ên mafên mirovan ên Tûnisê, dît. Her wiha banga hewcedariya afirandina çanda ciherengiyê kir.
"Rûmeta jinên Tûnisê di ser her tiştî re ye"
Wezaretê di daxuyaniyê de wiha pişterast kir: "Rûmeta jinên Tûnisê di ser her tiştî re ye û cudahî nabe bibe hincetek ji bo binpêkirina mafên jinan di warê azadiya derbirînê de."
Tekildarî vê mijarê wezaretê teqez kir ku ew ê bicîhkirina guncaw a bendên qanûna bi hejmar 58'an a sala 2017'an a li dijî şîdeta li ser jinan bi hemû sazî û dezgehên pêwendîdar re misoger bike.
Qanûn armanc dike ku tedbîrên ji bo bidawîkirina her cureyên şîdeta li ser jinan li ser bingeha cudakariya zayendî ji bo ku wekhevî, rêzgirtin û mirovî bi dest bixin. Ev jî bi pejirandina nêzîkatiyek berfireh, şopandin û cezakirina sûcdaran û parastina kesên ku rastî şîdetê hatine pêkan e.