Wezareta Îstixbarata Îranê 44 dezgehên medyayê hedef nîşan da

Wezareta Îstixbarata Îranê, lîsteyekî ku ji dezgehên medyayê, çalakvan û rûpelên serhêl pêktê weşand û diyar kir ku hevkariya medyayê, propaganda an jî parvekirina agahiyan a bi kesên di lîsteyê de, rastî darizandin û cezayên edlî were.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Îstîxbaratê ya rejîma Îranê, nameyek ji Dozgeriya Giştî re şand û di çarçoveya sepandina madeya 4’an a qanûnê ya li ser "zêdekirina cezayên ji bo sîxurtî û hevkariya bi rejîma Siyonîst û welatên dijminê ewlehî û berjewendiyên neteweyî re" de giştînameyek weşand. Di giştînameyê de lîsteya hêmanên ku wekî "torên muxalîf", "hêmanên medya û mirovî yên muxalîf" û "rûpelên serhêl ên muxalif" hatine pênasekirin, bi fermî hate ragihandin.

Di lîsteyê de 44 dezgehên televîzyon û medyayê yên bi zimanên Kurdî û Farisî yên ku li derveyî welat xebat dimeşînin, "medyaya muxalîf" hatin pênase kirin. Her wiha navê 61 kesên ku di nava van de çalakvanên jin ên navdar jî cihdigre, di bin sernavê "hêmanên medya û mirovî yên muxalîf" de hatin weşandin.

Di beşa dawî ya lîsteyê de jî, hatiye diyar kirin ku 310 rûpel, kanal, malper û hesabên bikarhêneran ên li ser Instagram, Telegram, X, YouTube û malperên din ên înternetê di çarçoveya qanûna têkildar de hatiye nirxandin.

Wezareta Îstîxbaratê, ragihand ku hevkariya medyayê, propaganda an jî parvekirina agahiyan a bi kesên di lîsteyê de, rastî darizandin û cezayên edlî were.

Weşandina lîsteyê ya di pêvajoya şer û gefên li dijî çalakvanên jin û kesên ku di qada medyayê de dixebitin de, fikarên zêdebûna zexta li ser çalakvanan zêdetir kiriye.