Wezaretê der barê mirina Dîcle Naz de bersivê neda

Wezaretên ku bersiva pirsên der barê mirina hemşîre Dîcle Naz a ku di mala xwe de mirî hat dîtin, der barê bûyerê de tu hevokek jî negotin. Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan jî diyar kir ku dê dozê bişopînin.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeyên ku di sala 2022’an de li Tirkiyeyê di çapemeniyê de cih girtine mirina 245 jinan weke gumanbar hatiye tomarkirin. Di 10 mehên 2023’an de ev hejmar bû 194. Dîcle Naz ku di meha Nîsanê de li mala xwe mirî hat dîtin yek ji van jinan e.

Hemşîre Dîcle Naz a 27 salî ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sakarya Korucukê di beşa psîkiyatriyê de dixebitî di 13'ê Nîsana 2023'an de li mala xwe bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. Dîcle Naz a ku ji ber birîna bi kêrê ya di qirika xwe de jiyana xwe ji dest da, 2 salan li Sakaryayê hemşîretî dikir. Li gorî daxuyaniyên derdor û malbata wê tu pirsgirêka wê tunebû.

Piştî mirina Dîcle Naz rêveberiya nexweşxaneyê tu daxuyanî neda. Her wiha sersaxî ji malbatê re jî nexwest. Malbata Dîcle Naz ku ji Cizîra Botan e di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de diyar kiribû ku ew bawer nakin keça wan întihar kiriye û xwest bûyer di zûtirîn demê de bê ronîkirin. Lê di vê navberê de der barê mirina Dîcle Naz de tu pêşketin çênebû.

Pêşniyarên ji bo wezaretan

Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan mirina Dîcle Naz anî rojeva meclisê. Pirsên cuda yên parlamentoyê pêşkêşî Wezareta Dadê, Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî kirin. Ayşegul Dogan, bal kişand ser zêdebûna mirina bi guman a jinan li Tirkiyeyê, di pêşnûmeya xwe ya têkildarî mirina Dîcle Naz de jî fikarên xwe anî ziman û wiha got:

“Piraniya bûyerên mirina jinan her çiqas guman hebin ku rastî tundî û kuştinê hatine jî ji aliyê edlî ve weke 'xwekuştin, ketin, qeza' tên nîşandan. Ev rewş dibe sedem ku lêkolîna cihê sûc û pêvajoyên berhevkirina delîlan bi hûrgulî neyên meşandin, bi paşguhkirina tiştê ku berî mirina gumanbar qewimîne û gumanbarên muhtemel bi bandor neyên darizandin. Ev yek ji bo sûcdaran pratîkeke bêcezakirinê diafirîne. Di rewşên mirinên jinan ên bi guman de ku qanûn bi bandor nayên bicihanîn sûcdar ancax şopandina raya giştî û bertekek bi bandor li ser dosyaya dozê hebe, dikarin cezayên pêwîst bigrin.”

Wezareta Malbatê behsa xebatên xwe kir

Dema Wezareta Dadê tu bersiv neda pêşnûnameyên pirsê, di bersivên wezaretên din dane de jî ji derveyî çi hatiye serê Dîcle Naz, xebatên wezaretê hatin vegotin. Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî di bersiva xwe ya ji bo pêşnûnameyê de careke jî navê Dîcle Naz derbas nekir. Di bersiva pêşnûmeyê bi gotinên; “Xebatên me yên têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi nêzikatiyeke piralî, tevahî û bi rêgeza sifir tolerans tê domandin” hat diyarkirin dê der barê doze de xisûsa mudaxîl bê nirxandin. Di bersiva wezaret xebatên xwe yên der barê pêşîgirtina bûyerên tundiya li dijî jinan eşkere kir de, van îfadeyan bal kişand: “Di çarçoveya mijarên girîng ên her sal di pêkanîna IV. Plana Çalakiya Neteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser jinan de, bi hevkariya wezaretên pêwendîdar û Serokatiya Karûbarên Diyanetê re çalakiyên xwe yên pêşî hatin diyarkirin û plansaziyên me yên çalakiyên 2022 û 2023’an ên ji bo Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan hatine amadekirin."

Ji Wezareta Tenduristiyê bersiva komî

Wezareta Tenduristiyê jî ji bo 5 pirsên Ayşegul Dogan ên têkildarî mirina Dîcle Naz pêşkeş kir re tenê bersivek da. Di bersivê de wiha hat gotin: "Hemû bûyerên tundiyê yên ku li hemû saziyên tenduristiyê yên giştî, zanîngeh an jî hemû saziyên tenduristiyê yên taybet ji ber sûcên ku di dema pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê de li dijî personelan pêk tên, ji aliyê rêveberiyê ve piştî bûyerê yekser bûyer ji meqamên edlî re û her wiha ji bo şopandina hiqûqî ji Koordînasyonên Parêzgehan ên Koda Spî ku di bin sîwana Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehan de hatine avakirin re tê ragihandin. Di vê yekîneyê de hemû qonaxên pêvajoya darazê ji aliyê parêzerên saziyên erkdar ve tê şopandin û di çarçoveya mewzûata têkildarî personelên tenduristiyê yên rastî tundiyê hatine de alîkariya hiqûqî tê misogerkirin. Pirsgirêkên edlî û îdarî yên mijarê bi baldarî tên şopandin. Ez ji bo eleqeya mijarê spas dikim.”

Wezareta Karên Hundir têne hejmara dosyayê da

Ayşegul Dogan ji Wezareta Karên Hundir jî mirina Dîcle Nazê pirsî. Dema di pêşnûmeyê de der barê lêpirsînê de agahî hatin xwestin, her wiha hat pirsîn tevî ku heta niha der barê bûyerê de tu agahî nehatiye komkirin jî çima mirina Dîcle Naz ji aliyê rayedaran ve wek întîxar hatiye ragihandin û der barê mirinên bi guman a jinan a li Tirkiyeyê jî dane hatin xwestin. Wezareta Karên Navxweyî jî têne bi van gotinan bersiv da peşnûnameyê: “Têkildarî mirina kesa bi navê Dîcle Naz ku di pêşnûnameya pirsê de behsa wê tê kirin, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê ve bi hejmara 2023/9544 lêpirsîna Mirina Bi awayekî Guman tê meşandin.”

'Em ê şopdarên dozê bin’

Ayşegul Dogan a ku mirina bi guman xist rojeva meclisê, diyar kir ku bersivên ji wezaretan hatine nebes in û bal kişand ku bi taybetî li Tirkiyeyê cînayatên jinan gihîştine asta 'qirkirina jinan/qirkirina zayendî.' Ayşegul Dogan bi gotinên: "Şert û mercên ku bi derketina li dijî hiqûqî ya ji Peymana Stenbolê re zêde bûn û ji ber ku polîtîkayên bi bandor ên ji bo parastina jinan an jî pêşîgirtina kiryaran nayên avakirin, cînayetên jinan û mirina bi guman zêde dikin”, da zanîn ku ew ê şopdarên doza Dîcle Naz bin.”