Wesayîtên leşkerî yên dewleta Tirk li Idlibê dibin sedema mirinan

Wesayîtên leşkerî yên dewleta Tirk li Idlibê dibin sedema qezayên kujer. Kesên ku di qezayan de xizmên xwe winda kirin û şahidên qezayan gotin: "Hesab nestendin û nebûna tedbîrên pêşîlêgirtinê dibe sedema dûbarebûna qezayan."

HEDÎL EL OMER

Idlib – Ji dema dewleta Tirk Bakurê Sûriyê ya Îdlibê dagir kir heta niha bi dehan qeza rû dane. Wesayîtên leşkerî yên dewleta Tirk ku pir caran bi lezeke mezin tevdigerin pêl jin û zarokan dikin. Kesên dibin qurbaniyên qezayan yan jiyana xwe ji dest didin yan jî bi giranî birîndar dibin. Li gorî şahidan ev wesayit bêyî hişyariyan tevdigerin. Di encamê de welatî herdem di metirsiyan de ne.

 Wesayîta dewleta Tirk pêl zarokek 8 salî kir

Yek ji bûyerên heman mijarê de zaroka bi navê Reşa El Ceban ya 8 salî jiyana xwe ji dest da. Zaroka keç li bajarê Sermeda di dawiya sala 2022’an dema dixwest rê derbas bike wesayîtek leşkerî ya dewleta Tirk bi lezek mezin pêl wê dike. Dayîka wê Heyat El Ceban bûyerê wiha anî ser ziman: "Keça min hewil dida rê qut bike lê wesayît bi lezeke zêde ji nişkave derket. Ajokar  ranewestiya jî. Rêya xwe berdewam kir weke ku tiştek nebû. Ew qeza ji bîra min naçe. Ez nikarim mezekirinek wisa erzan li jiyana xwe tehemul bikim."

‘Paşguhkirin dibin sedema bê edaletiyê’

Meryem El Zerûr jî di encama lê dana wesayîta dewleta Tirk giran birîndar bûye û wiha qala bûyerê kir: “Heta niha jî êşa wê bûyerê bi min re ye. Qezayên bi vî rengî ne şaştiyên takekesî ne lê belê binpêkirina yekser a mafên mirovan e. Erka her kesî ye ziraran negihîne welatiyan. Paşguhkirin dibin sedema bê edaletiyê. Berpirsyariya qanûnî dikeve ser milê dewleta Tirk di asta yekê de û paşê kesên dibindesthilatdariya wî de."

Ji aliyê xwe be şahida yek ji bûyerên qezayan Rua Şerîf got ku wê zarokek dema ji dibistanê vedigere dît û wiha domand: "Kesekî xeyal nedikir wê kolan bibe cihê mirina wî. Ez kêliya nelivîna bedena wî jibîr nakim. Ma jiyana zarokên me ewqas bênirx bûye? Civaka xwecihî piştgiriya wê di aliyê hestan tenê de dike lê belê piştgiriya zagonî û muhasebekirin tune ne."

Rua Şerîf wiha bi dawî kir: “Em zehmetiyan di gihandina dengê qurbaniyan de dikşînin. Qenalên cîhanî balê dikşînin ser krîzên giştî li Sûriyê. Hûrgiliyên rojane yên êşên welatiyan naxin rojeva xwe. Divê destwerdaneke yekser were kirin ji bo saxlemiya welatiyan bi taybet jin û zarokan. Ev mijar nabe ku were paşguhkirin. Li ber çavê desthilatdaran welatî tenê bi reqem in. Divê parastina welatiyan were kirin."