‘Werin em 8'ê Adarê bi coşa xwe li kolanan bin û daxwazên xwe biqîrin’

Jinên Amedê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê wê hefteyek li qadan bin. Endama Komîteya Amadekar a DAKAP'ê Emîne Akşahîn, diyar kir ew ê di 8'ê Adarê de mîtînga fînalê ya mezin li dar bixin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku her sal li Kurdistanê ji aliyê jinan ve bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin, wê îsal jî bi heman awayî li gelek cihan bi çalakiyên cuda bê pîrozkirin. Jin di 8’ê Adarê de wê li Wan, Amed, Êlih û Mêrdînê mîtîngên mezin li dar bixin. Jinên Amedê ku wê di tevahiya hefteya 8'ê Adarê de li qadan bin, dê balê bikşînin ser tecrîd, tundiya li dijî jinan, qetlîamên li ser jinan, êrîşên li dijî destkeftiyan, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin.

Di bin banê Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) de bernameyek ku dînamîkên xwecihî û saziyên jinan ên bajêr di nav de cih girtin, hat amadekirin. Di vê çarçoveyê de jinên ku bernameyek hefteyek derxistin; xebatên wek tûra bisîkletê, belavkirina belavok, pêşandana sînemayê, hevdîtinên jinan, şahiya jinan, çandina şitlan û şandina kartan ji bo girtîgehan. Fînala xebatên xwe wê bi mîtînga ku roja 8'ê Adarê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin, bi dawî bikin. 

Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê ya DAKAP'ê û endama Egîtîm-Sen'ê Emîne Akşahîn, hemû jinên li bajêr dijîn vexwend mîtînga mezin a ku wê li dar bixin. Emîne Akşahîn, diyar kir ku hem li cîhanê hem jî li Tirkiyeyê jin di bin polîtîkayên êrîşên mezin de dijîn û da zanîn lı roja 8'ê Adarê roja rêxistinbûn û qîrîna berxwedanê ye. Emîne Akşahîn, diyar kir ku polîtîkayên şer ên zêde dibin û qeyranên aborî herî zêde bandorê li jinan dikin û da zanîn ji ber polîtîkayên îqtîdara mêrsalar û tekparêz tundiya li dijî jinan û qetlîamên li ser wan roj bi roj zêde dibin.

'Em ê di vê pêvajoya ku êrîş dijwar dibin de qadan vala nehêlin'

Emîne Akşahîn, diyar kir ku ew ê ji bo ji polîtîkayên li dijî jinan re bibêjin bese û di 8'ê Adarê de li qadan bin û wiha got: "Em wek jinên Amedê hem bi bernameya hevpar a bi pêşengiya DAKAP'ê tê lidarxistin û hem jî bernamayên xweser ên hemû saziyên jinan li qadan bin. Li welat êrîşên li dijî jinan roj bi roj zêde dibin û êrîşên li ser nasname, çand û zimanê dayikê yên jinên Kurd gelek dijwar in. Em difikirin ku di vê pêvajoya êrîşên li ser destkeftî û nasnameya jinan ewqas dijwar bûne de valanehiştina qadan pir girîng e. Ev polîtîkayên êrîşê ku em di salên dawî de behsa wan dikin, roj bi roj kûrtir dibin. Em di nava pêvajoyeke wiha de 8’ê Adarê pêşwazî dikin.”

'Rêxistinbûn û hevgirtin pêwîstiya me ya herî bingehîn e’

Emîne Akşahîn, di vê pêvajoya ku xizaniya jinan zêde dibe û êrîşên li dijî destkeftiyên wan berdewam dike de weke jin bal kişand ser girîngiya rêxistinbûn û têkoşînê û wiha got: “Em jin baş dizanin ku bingeha van pirsgirêkan çi ye. Di encama polîtîkayên îqtîdarên tekparêz û mêrsalar ên ku xizmeta pergala kapîtalîst dikin de, ev pirsgirêk çêdibin. Divê ji bo ku em li dijî van bibêjin 'raweste' û bizanibin em ne bi tenê ne, hevgirtina heyî hîn zêdetir mezin bikin. Em ê vê rêxistinbûnê di 8'ê Adarê de li qadan hîn zêdetir mezin bikin. Em ê pirsgirêkan tên jiyîn û çareseriya van pirsgirêkan bi dengekî herî bilind ji qadên 8'ê Adarê biqîrin. Em ê ji bo têkoşîna li ser bingeha nêrîna jinê û ji bo avakirina civakek azadîxwaz, guhertin û veguhertinê di 8'ê Adarê de li qadan bin.”

‘Em ê daxwazên xwe ji Qada Îstasyonê biqîrin’

Emîne Akşahîn, der barê çalakiyên ku wê li bajêr bên lidarxistin de agahiyan da û herî dawî hemû jinên li bajêr dijîn vexwend mîtînga mezin a 8'ê Adarê. Emîne Akşahîn bi gotinên; "Werin em bi hemû reng, ziman û nasnameyên xwe li qadan bin", wiha got: "Me starta xebatên xwe yên li bajêr di 1'ê Adarê de dest pê kir. Destpêkê em bûn dengê jinên li girtîgehan. Piştî vê wek meclîsa jinan a KESK'ê daxuyaniyek çapemeniyê me da. Em ê di nava vê pêvajoyê de her roj pirsgirêkên jinan ên di nava civakê de bînin ziman. Em bang li hemû hevalên xwe yên jin dikin ku li dijî pergala heyî îtîraz bikin. Divê em ji bo guherîn û veguherînê li kêleka hev bin. Werin em her dem têkoşîn û rêxistinbûnê zêde bikin û di vê 8’ê Adarê de jî mil bi mil li qadan têbikoşin. Destpêke ciwan û piştre jî hemû jin li qadan bibin dengê daxwazên me. Em kirdeya jiyanê ne û li her qadê xwedî mafê axaftinê ne. Em ê van daxwazên xwe ji Qada Îstasyonê biqîrin.”