Weqfa Piştevaniya Mor bertek nîşanî daxistina cezayê Yilmaz Karadag da
Weqfa Piştevaniya Mor bertek nîşanî daxistina cezayê Yilmaz Karadag ê li beranberî keça xwe îstismara zayendî pêk aniyî da.
Navenda Nûçeyan - Ji ber mela gotiye caiz e, Yilmaz Karadag li beramberî keça xwe îstîsmara zayendî pêk anî. Di vê der barê de dadgehê biryara 45 sal seza da û ji ber halê baş sezayê wî daxist û ev ceza bû 30 sal.
Weqfa Piştevaniya Mor, li dijî vê biryarê bertekên dijwar nîşan dan û wiha hat gotin; “Em qet dest ji têkoşîna xwe ya li hemberî kapîtalîzma patrialkar a li her qada civakê belavbûna zordestiyê” bernadin.
Dadgeha cezayên giran a Stenbolê di dîtina doza 27’ê Çileyê de biryar da ku ji ber halê baş ê Yilmaz Karadag ku li hemberî keça xwe ya 17 salî îstîsmara zayendî pêk aniye 45 sal cezayê girtîgehê lê birîbûn daxist 30 salan.
“Li dijî zordestiyê em ê têbikoşin”
Weqfa Piştevaniya Mor biryara dadgehê şermezar kir û wiha hat gotin: “Mêr şîdet û tecawizê, îstîsmara zarokan û mekanîzmaya zordestiyê ji xwe re maf dibînin. Ev yek pêşî lê girtina îstîsmara zayendî û têkoşîna li dijî zordestiyê dest pê kiriye digire. Daraz, bi rêya daxistinê piştgirî nade, dijberê wê pêşî vedike. Em qet dest ji têkoşîna xwe ya li hemberî kapîtalîzma patrialkar a di her qada civakê de belav bûye bernadin.