Weqfa Jinan a Mexmûrê ji bo jinan derfetên kar ava dike

Weqfa Jinan a Wargeha Mexmûrê ya bi salan e di gelek aliyan de ji bo jinên wargehê pêşengî dike, bi destpêkirina perwerdeyên dirûtinê jî ji bo gelek jin û jinên ciwan ên wargehê derfetên kar ava dike.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr - Jinên Wargeha Mexmûrê yên ku di salên 1994’an de gundên wan ji hêla dewleta Tirk ve hatin valakirin, ji neçarî berê xwe dane penaberiyê. Di vê rêwîtiya penaberiyê de piştî guhertina 7 wargehan, herî dawî derbasî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bûn û ji tunebûne jiyanê ava kirin. Jinên di hemû qadên jiyanê ya li wargehê rola pêşengiyê lîstin, ji bo birêvebirina civaka xwe gelek saziyan ava kirin û xwe birêxistin kirin.

Yek ji van saziyan jî Weqfa Jinan e. Weqfa Jinan a Mexmûrê ku di sala 2002’an de hat avakirin, ji dîroka hatiye avakirin ve heta niha di beşên weke dibistan, dirûnxane, çand, atolyeyên karên dest û wêneyan de xebatan dimeşîne û ji bo jinan derfetên kar ava dike. Weqfa jinan a her sal bi derfetên kêm di avahiya dirûnxaneyê de dewreyên perwerdeya dirûtinê dide destpêkirin, hewl dide bi van perwerdeyan hem jin hem jî jinên ciwanan fêrî dirûtinê bike û hem jî birêxistin bike. Îsal jî 3 dewreyên perwerdeya dirûtinê da destpêkirin, bi van perwedeyan xwe gihîştand bi dehan jin û jinên ciwan.

Yek ji mamosteyên Weqfa Jinan Mamoste Nûrê Kara der barê kar û xebatên weqfê û perwerdeya dirûtinê de û Viyan Mijinî ya yek ji jinên beşdarî 3’yemîn dewreya perwerdeyê bû, ji ajansa me re axivîn.

‘Em dixwazin ji jinan re bibin bersivek baş’

Mamosteya Dibistana Dayikê ya Weqfa Jinan a Mexmûr Nurê Kara, diyar kir ku armanca Weqfa Jinan birêxistinkirina jinên Wargehêye û wiha axivî: “Armanca me ew e ku em jinan perwerde bikin û rêxistina jinan ava bikin. Divê em bi jinan bidin fêmkirin ku jin ne tenê karkerên malê ne. Divê jin werin birêxistinkirin, perwerdekirin û bi karên malê re sînordar nemînin. Karkirina jinan a li derve ji bo wê pêşketin û serkeftinek mezin e. Weke Weqfa Jinan em dixwazin ji jinan re bibin bersivek baş.”

‘Birêxistinkirina jinan cihê şanazî û serbilindiyê ye’

Nurê Kara, di berdewamiya axaftina xwe de behsa armanca destpêkirina perwerdeya dirûtinê kir û got: “Her sal di werzên havînê de jin û jinên ciwan di dirûnxaneya Weqfa Jinan de beşdarî perwerdeya dirûtinê dibin. Îsal dewreya 3’yemîn perwerdeya xwe didomîne. Dewreyên perwerdeyê bi beşdariya 20 kesan, heta 20 rojan didomin. Armanca me ne têne fêrbûna dirûtinê ye her wiha birêxistinkirina jinan e. Di aliyê hunerî de jî pêşketinek mezin çêdibe. Jin hem fêrî dirûtinê dibin û hem jî ji bo aboriya xwe derfetek peyda dikin. Birêxistinbûna jinan cihê şanazî û serbilindiyek mezin e.”

‘Deriyên Weqfê ji bo hemû jinan vekirîne’

Nurê Kara bi gotinên; “Em amade ne ji bo pirsgirêkên jinan çareseriyan bibînin” wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo pêşketina xwe, ji bo mafên xwe û ji bo pêşeroja xwe, xwe birêxistin bikin û xwedî hêz bin. Bila jin ji bo xwe û ji bo hebûna xwe kar bikin. Deriyên Weqfê ji bo hemû jinan vekirîne û em ê ji bo hemû jinan bibin bersiv. Em amade ne ji bo pirsgirêkên jinan çareseriyan bibînin.”

‘Weqfa Jinan derfetek mezin dide jinan’

Viyan Mijinî ya yek ji jinên beşdarî perwerdeyê bûye, bi van gotinan behsa armanca perwerdeyê kir: “Ez di 3’yemîn dewreya perwerdeya dirûnxaneyê de cih digrim. Em weke jin û jinên ciwan ên wargehê xwe fêrî dirûtinê dikin. Em hem berpirsyariyên xwe yên malê bi cih tînin û hem jî beşdarî perwerdeyan dibin. Weqfa jinan derfetek mezin dide jinan û jinên wargehê birêxistin dike. Gelek jin û jinên ciwan rojane serlêdan dikin. Em tenê ji bo xwe fêr nabin, em dixwazin fêr bibin û fêrî jinên din bikin. Divê jin bi riya perwerde û xwerêxistinkirinê li ser piyan bisekinin.”

‘Dirûnxane ji bo me derfetek mezin a xebatê ye’

Viyan Mijinî, diyar kir ku dirûnxane ji bo wan derfetek mezin a xebatê ava dike û wiha axivî: “Em di perwerdeyê de alîkariya hev dikin û bi kelecanek mezin perwerdeya xwe didomînin. Ev kar ne ji bo me tenê, ji bo pêşeroja zarokên me jî xwedî cihekî girîng e. Dirûnxane ji bo derfetek mezin a xebatê ye. Jinên ku dixwazin xwe bi rêxistin û perwerde bikin, bila serlêdanê bikin û navê xwe bidin nivîsandin.”

‘Perwerdekirin hêmana herî bingehîn a jiyanê ye’

Viyan Mijinî di dawiya axaftina xwe de bang li jinan û jinên ciwan kir û got: “Bangawaziya me ji jinên ciwan û dayikan re ew e ku xwe perwerde bikin, ji ber perwedekirina xwe û derdor û civaka xwe, hêmana herî bingehîn a jiyanê ye.”