Weqfa Jina Azad qetilkirina Îda El- Seîdo şermezar kir

Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê qetilkirina zaroka 13 salî ya bi navê Îda El-Seîdo ku li Hesekê ji aliyê malbata xwe ve hatibû qetilkirin bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Qamişlo- Di 30'ê Hezîranê de zaroka bi navê Îda El- Seîdo ya 13 salî ji aliyê malbata xwe ve bi awayekî hovane li bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qetilkirin. Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Kengî kuştina jinan dê were sekinandin" bi beşdarbûna hemû saziyên jin daxuyaniyek da. 
"Jin jiyan e, jiyanê nekuje"
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Hesîna Mihemed ve hat xwendin wiha bû: "Piştî hezaran salan ji temenê demokratîkbûnê û mafên mirovan a ku mafên me tevan e, destûrên neteweyî hatiye danîn. Lê herî dawî li Hesekê zaroka 13 salî hat kuştin ku em hemû matmayî mane. Zaroka ku hatiye qetilkirin bi lêdan, heqeret, rûreşî û destdirêjî lê hatiye kirin û bûye qurbaniya zewaca temenê biçûk. Ev bûyer ne cara yekemîn e ku rû dide. Yek ji sûcên ku her roj tê dubarekirin e. Em weke Weqfa Jina Azad li Sûriyeyê vî sûcê şermezar dikin û banga sazî û dezgehên eleqedar dikin ku sûcdar bi awayekî giran werin cezakirin. Em dibêjin na ji bêdengiya raya giştî li ser hemû sûc û tundiya li ser jinê re." 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan e, jiyanê nekuje" bi dawî bû.