Weqfa Jina Azad li bajarê Dêrikê ji bo jinan derfetên kar diafirîne

Weqfa Jina Azad a bajarê Dêrikê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinan di hemû aliyê jiyanê de bi rêxistin dike û derfetên kar ji wan re diafirîne.

ZEYNEB ÎSA

Dêrik- Piştî Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û Rêveberiya Xweser hat avakirin, yek ji saziyên ku hat vekirin Weqfa Jina Azad ya bajarê  Dêrikê bû. Weqfa Jina Azad a bajarê Dêrikê di sala 2014’an de hat avakirin, armanca Weqfa Jina Azad ew e ku ji bo kderfetên kar ji jinan re biafirîne di hemû aliyên jiyanê de xwe bi rêxistin bike. Girêdayî wê salane bernameyên perwerdeyên curbecur ji jinan re li dar dixe. Rêvebera Weqfa Jina Azad a bajarê Dêrikê Leyla Omer, ji ajansa me re behsa kar û xebatên ku di Weqfa Jina Azad de tên meşandin kir.

‘Bi riya perwerdeyan zanebûna jinan çêdibe’

Leyla Omer di destpêkê de behsa avakirina Weqfa Jina Azad kir û armanca vekirina weqfê bi wan gotinan anî ser ziman: "Di sala 20214’an de Weqfa Jina Azad hat avakirin. Armanca me bi avakirina wê ew bû ku bi riya perwerdeyan em zanebûna jinan zêde bikin da ku zihniyeta mêrperest ji nava wan û civakê rabe. Dema ku em bibêjin jina azad em behsa azadiya fikir û felsefeyê dikin û bi wê re jî ji aliyê aborî, çandinî û fikrî ve divê em wan jinan bi pêş bixin. Hinek zehmetî di destpêkê de hatin jiyîn ji aliyê gel ve. Ji ber ku saziya me nû bû kes nizanibû saziyeke wiha ji bo alîkariya jinan hatiye vekirin û derfetên kar ji wan re diafirîne lê niha ew zehmetî nemane."

‘Perwerdeyên teknîkî tendrustî û dirûtinê dibînin

Leyla Omer bal kişand ser kar û xebatên weqfê û wiha berdewam kir: "Kar û xebatên ku em li vê derê didin meşandin perwerdeyên tendirustî, dirûtin, teknîkî ne û em dixwazin beşên perwerdeyên cur be cur vekin. Her beşeke perwerdeyê mamostayek li ser disekine, saetên wan cuda ne heta ku digihîjin asta serkeftine û bi bawernameyan der diçin. Ew bawername ji bo ku alîkariya wan bikin û bikaribin bi wan bawernameyan kar bikin em didin."

‘Alîkariya ji bo dayikên karmend’  

Leyla Omer li ser projeyên sala li pêş jî diyar kir ku di pêşerojê de perwerdeyên berfirehtir li dar bixin û wiha bi dawî kir: "Em diwazin di pêşerojê de projeyên cilên hirî çêbikin, weke muzîk, wênwexêzî, lêdana amûrên muzîkê û werzîşê baxçeyên zarokan vekin. Hem ji bo parastina zarokan ji kolanan bikin û ya din jî bi dayikên karmend re bibin alîkar, holeke werzîşê ya taybet ji bo jinan be. Ez dixwazim ji hemû jinên ku hê jî di bin desthilatdariyê de dijîn bibêjim ku bila xwe azad bikin. Em ê weke Weqfa Jina Azad bi wan re alîkar bin û derfetên kar ji wan re biafirînin."