Weqfa Jin a Mexmûrê ji bo jinan dibe hêza rêxistinbûnê

Weqfa Jin a Wargeha Mexmûrê ya di sala 2002’an de bi armanca birêxistinkirin û perwerdekirina jin, ciwan û zarokên wargehê hat avakirin, bi salane tevî êriş, rêgirî û ambargoya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê, ji bo jinên wargehê derfetên kar diafirîne.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di salên 90’î de gundên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin valakirin, neçarî koçberiyê hatin kirin û koçî Başûrê Kurdistanê bûn. Gelê Wargehê di vê rêwîtiya penaberiyê de heft wargeh guhertin û herî dawî li Wargeha Mexmûrê bi cih bûn. Jinên ku divê rêwîtiya penaberiyê de gelek zor û zehmetî kişandin, xwe û civaka xwe li dijî hemû êrişan di hemû qadên jiyanê de birêxistin kirin.

Yek jî qadên ku jin bi ked û destên xwe avakirin Weqfa Jin e. Weqfa Jin a Wargeha Mexmûr di sala 2002’an de bi armanca birêxistinkirin û perwerdekirina jin, ciwan û zarokên wargehê hat avakirin, ji sala hatiye avakirin heta niha ji bo jinan derfetên kar pêş dixe. Di bin sîwana Weqfa Jin de beşên wek dibistana dayikê, dirûnxane, çand, atolyeyên karên dest û wêne cih digrin. Weqfa Jin bi salane rûxmê êriş, rêgirî û ambargoya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê, di nava bêderfetî û zor û zehmetiyan de kar û xebatên xwe didomîne û ji bo jinên wargehê derfetên kar diafirîne û dibe hêza rêxistinbûnê.

Rêvebera Weqfa Jin a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Zeyneb Efe, der barê armanc, kar û xebat û projeyên nû yên Weqfê de ji ajansa me re axivî.

‘Weqfa Jin bi armanca perwerdekirina jin, ciwan û zarokên wargehê hate avakirin’

Zeyneb Efe, di destpêka axaftina xwe de behsa armanc û kar û xebatên wargehê kir û wiha axivî: “Weqfa Jin di sala 2002’an de bi armanca perwerdekirina jin, ciwan û zarokên wargehê hate avakirin. Di bin siwana weqfê de 5 dibistanên dayikê hatiye avakirin. Zarokên di temenên navbera 5 û 6 salî de ji bo amadekirina dibistana seretayî tên perwerde kirin. Perwerdeya zaroka pir giring e. Her wiha ji bo perwerdekirina jinan jî dûrinxaneyek hatiye avakirin û jin û jinên ciwan ên wargehê di vê dûrinxaneyê de fêrî dûritinê dibin. Armanca avakirina dûrinxaneyê jî rêxistinkirin jinan û ji bo wan avakirina derfetên aboriyê ye. Wek weqf îsal projeyek hate avakirin û di encama vê projeyê de îsal 170 jin fêrî dûritîna cil û bergan bûn û em hewil didin hin zêdetir jinan perwerde bikin. Di heman demê de ji bo jinên ciwan di bin sîwana weqfa jinan de atolyeyek wênexêzkirinê heye û bi vî awayî jinên ciwan di xêzkirina wêneyê de xwe pêşdixin.”

‘Êrişên li ser wargehê bandorek mezin li ser zarokan dike’

Zeyneb Efe, di berdevamiya  axaftina xwe de balkişan li ser êriş û rêgiriya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê û wiha got: “Êrişên ji sala 2017’an vir ve yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser wargehê bandorek mezin li ser zarokên wargehê dike. Ji aliyê derûnî ve zarok pir bandor dibin. Piştî pêkhatina êrişên dawî zarok di hatina dibistanê de gumanan jiyan dikin û xwe di nava ewlehiyê de hîs nakin.”

‘Ji ber rêgiriya PDK’ê gelek projeyên me nîvço man'

Zeyneb Efe, bivan gotinan behsa zor û zehmetiyên dijîn kir û got: “Sala 2014’an beriya êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê, ji aliyê welatparêzên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî ve ji bo dibistanên dayikê û weqfa jin alîkarî dihat dayîn. Piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê û rêgiriya PDK’ê ya sala 2019’an vir ve bandorek zêde li ser me kir. Ji ber ku em wek weqf di nava bêderfetiyên mezin de kar û xebatên xwe didomînin. Me gelek caran serlêdan kir û lê ji ber rêgiriya heyî alîkarî nayên pêkanîn. Her wiha gelek projeyên me jî nîvço man. Gelek kesên alîkarixwaz ên dixwazin werin serlêdana me bikin, ji ber astengkirina PDK’ê nekarîn werin wargehê. Wek dibistanên dayikê gelek pêwîstiyên me hene. Nehatina Neteweyên Yekbûyî û pêkneanîna alîkariyan bandorek mezin li kar û xebatên me dike.”

‘Neteweyên Yekbûyî erk û berpirsyartiya xwe pêknayne’

Zeyneb Efe, diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî erk û berpirsyartiya xwe ya li beramberî wargeha Mexmûrê pêknayne û got: “Têvî ku wargeha Mexmûr di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de jî Neteweyên Yekbûyî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere û erk û berpirsyartiya xwe ya li beramberî wargehê pêknayne. Gelek welatparêz hewildan alîkarî bikin, lê rêgîriya hêyî astengî pêktîne. Me ji bo avakirina dibistanek nû ya zarokan projeyek da destpêkirin û ev proje bi alîkariya kesên û malbatên dilxwaz û şaredariya welatek pêkhat û me dibistan avakir. Her wiha me proja mîrîşkan daye destpêkirin û kar û xebatên wê didomînin.”

‘Divê jin û jinên ciwan têkoşîna xwe xurttir bikin’

Zeyneb Efe, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li jin û jinên ciwan dikin ku derfetên di destê xwe de bikarbînin û di saziyên ku derfetên didin wan de cihbîgrin. Hewil bidin xwe birêxistin û perwerde bikin, pêşbixin û li ser lingên xwe biseknîn. Divê jin û jinên ciwan li beranberî zor û zehmetiyan têbikoşîn û di bin bandora kesek din de nemînin.”