Weqfa Jin a Mexmûr perwerdeya dirûtinê da destpê kirin

Weqfa Jin a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê ji bo jinên wargehê perwerdeya dirûtinê dan destpê kirin.

Mexmûr- Weqfa Jin a ku li wargeha Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê di sala 2002’an de hat avakirin tevî bê derfetiyan jî heya roja me îro bê navber xebatên xwe dimeşîne. Her sal di qadên civakî yên cuda de ji bo jinan perwerde li dar dixin û ji gelek pirsgirêkên jinên wargehê re dibin bersiv. Ji dema weqf hat avakirin û heya roja îro di beşên wek dibistan, terzîxane, çand, atolyên karên dest û wêne de xebat hatin meşandin. Herî dawî di 15’ê meha Tîrmehê de perwerdeya dirûtinê hat destpê kirin. Di perwerdeya dirûtinê de bi giştî 50 jin cih digrin û wek du koman hatine dabeş kirin.

Yek ji mamosteyên weqfê, Mamosta Qîmet Kilinç der barê kar û xebatên weqfê û perwerdeya dirûtinê de ji ajansa me re axivî.

‘Armanca Weqfa Jinan rêxistinkirina jinan e’

Qîmet Kilinç diyar kir ku Weqfa Jin li ser armanca perwerde kirina jinan hatiye ava kirin û got: “Ji xwe wek tê zanîn ev demek dirêje Weqfa Jin hatiye ava kirin, Weqfa Jin di sala 2002’an de hatiye ava kirin û bê rawastin karê xwe dide meşandin. Beşên me yên cuda cuda jî di saziya me de hene wekî atolye, dirûtxane, dibistanên dayîkê û dewreyên me yên perwerdê ji bo jinan tê dayîn hene. Armanca Weqfa Jin ya sereke ewe ku em jinan di hemu aliyan de rêxistin bikin, ji jinên ku pirsgirêkên wan heyî re bibin çareserî û jin bikarin ji hêz û hebûna xwe bawer bin. Hêza ku bi jinê re heyî derbêxin holê, jin di her aliyan de hebûna xwe bidin avakirin bêyî ku pêwîstiya wan bi kesekê hebin. Xwe rêxistin bikin hem di milê aborî de, hem di milê derûnî de û di perwerdê de em bikarin jinan di her aliyan de têrker bikin.”

‘Daxwazek zêde ji bo xwe fêr kirina dirûtinê heye’

Qîmet, zehmetiyên pêdivî dabîn kirinê û xwasteka jinan ya ji bo perwerdeyê wiha anî ser ziman: “Her sal taybet di milê dirûtxaneyê de, ji ber daxwazek zêde heye em her sal dewreyek didin dest pêkirin. Sazuman kirina dewreyê ji aliyê weqfê ve tê kirin lê belê mamosteyên ku niha perwerde didin di dewreyên berê de  xwe fêr kirine û niha xwe bi xwe li ser lingan digrin û encamek baş jî tê girtin. Îsal jî em dibînin daxwazek zêde ji bo xwe fêr kirina dirûtinê heye û ev ji bo me wek saziyek ya jin cihê kêfxweşiyê ye. Lê mixabin ji rewşa meya li vêderê ji diyare em çend bixwazin ji bo jinan bibin bersiv jî lê em di hinek cihan de kêm dimînin bi taybet di aliyê pêdiviyan de. Dema ku em dewreyên perwerdeyan ji jin û zarokan didin destpê kirin em dibînin ku hinek kêm dimînin. Ji ber ku ev 4 salin ji aliyê PDK’ê ve rêgirî û ambargoyek tund li ser wargehê tê meşandin em di aliyê pêdivî bi dest xistinê de zorî û zehmetî dikişînin. Di çûyin hatina wargehê de zehmetî tên kişandin û alîkariyek ji derve nîne ku em pîwîstiyên xwe pêkbînin.”

‘Me tu caran nebûna pêdiviyan ji xwere nekir hincet’

Qîmet Kilinç di dawiya axaftina xwede bang li xêrxwazan kir ku alîkariya wan bikin û got: “Em hêvîdarin ku kesên ji derveyî wargehê dibêjin em alîkariya mirovan dikin di aliyê perwerdê de, dixwazin alîkarî bikin em dixwazin alîkariya me jî bikin û ger bi mere bibin alîkar wê ji bo me bibe cihê keyfxweşiyê. Lê me tu caran nebûna pêdiviyan ji xwere ne kir hincet, me ne gotiye ji ber ku pêdiviyên me nîne em nikarin ji jinan re bibin bersiv. Di her alî de û li kuderê be jinek ku pêwîstiya wê ya perwerdeyê hebe wek saziya Weqfa Jin armanca me ya yekem ew ku em xwe bigihînin van jinan û perwerde bikin.”

‘Pêwîstiya min bi vê perwerdê heye’

Bêrîvan Yildiz yek ji jinên ku beşdarî perwerdeyê bûye wiha qala armanca xwe ya perwerdeyê kir: “Ez wek jinekî têm vê derê xwe pêş têxim, ez xwe fêrî dirûtinê dikim. Ez ji xwere fêrdibim ji bo ku ez bikaribim kedekê ji bo xwe bikim û pêwîstiya min bi vê perwerdê heye. Min pêşî ne dikarî ez tiştek bi qetînim lê niha bi rehetî di qedînim.”

‘Keda ku jin dikin nayê gotin’

Bêrîvan Yildiz bang li jinan kir ku beşdarî perwerdeyan bibin û got: “Keda ku jin dikin nayê gotin. Bangawaziya min ji hemu jinan re heye bila bên vê derê xwe fêr bikin û kedekê ji bo xwe bikin. Em hatine xwe fêr bikim lê ger ez li mal bûma min ne dikarî xwe pêş bixim. Ger tu dernekevî li derdora xwe ne nêrî tu tiştekî fêr nabî.”