Wêneyên Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn li kolana hatin qetilkirin hatin danîn

Li navçeya Seyîdsadiq wêneyên rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li kolana Seyîdsadiq hatin danîn.

Silêmanî – Li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê wêneyên rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li kolana  Seyîdsadiq hatin danîn.

Piştî ku 10’ê Sibatê komek rojnamevanên Ragihandina Azad li cihê ku rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatibûn şehîdkirin, wêneyên wan danîn û navê cadeyê weke cadeya  Gulistan Tara û Hêro Bahadîn binavkirin û şûnve bi rojekê hinek destên tarî tablo tûxandibûn û wêne şewitandibûn.