Wênekêşa Xûzistanê Rahil hat binçav kirin
Wênekêş û aktîvîsta jîngehparêz Rahil Mûsewî ya bi wêneyên ku di çalakiyên hawirdorê û xwepêşandanên avê yên li Xûzistanê de kişandibû nav û dengên bûyî, hate binçavkirin û heta niha tu agahî jê nehatine girtin.
Navenda Nûçeyan - Aktîvîsta jîngehparêz û wênekêş Rahil Mûsewî hat binçavkirin. Hate zanîn ku tu agahî ji Rehîm Mûsewî ya roja sêşemê di serdegirtina malê de hatiye binçavkirin nehat girtin. Li gorî şahidên bûyerê dema ji malê derxistine bi awayekî hovane lêdane.
Rahil Mûsewî ya 27 salî, bi wêneyên ku di xwepêşandanên avê yên li Xûzistanê de kişandiye û bi rola xwe ya aktîf, nav û deng bûye. Hate diyar kirin ku sedema binçavkirina aktîvîst-wênekêş a ku beriya niha gelek caran ji ber xebatên xwe yên aktîf hatiye binçavkirin, nehat zanîn.
Çavkaniyên mafên mirovan ji fikarên xwe li ser agahî ne girtina wênekêşê radigihînin.