Welîda Botî: Armanca dewleta tirk ew e ku bi êrîşan derbeyek li projeya me ya demokratîk bixe

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Welîda Botî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şengalê nirxand û da zanîn ku hedefa dewleta tirk ew e ku bi êrîşan derbeyek li projeya wan a demokratîk bixe û projeya xwe ya dagirkeriyê di tevahî Rojhilata Navîn de pêk bîne. Her wiha konsepteke giştî li ser herêmê tê meşandin û pêwîst e her kes ji aliyê xwe ve jê hişyar be.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Welîda Botî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şengalê nirxand û da zanîn ku hedefa dewleta tirk ew e ku bi êrîşan derbeyek li projeya wan a demokratîk bixe û projeya xwe ya dagirkeriyê di tevahî Rojhilata Navîn de pêk bîne. Her wiha  konsepteke giştî li ser herêmê tê meşandin û pêwîst e her kes ji aliyê xwe ve jê hişyar be.
ROJ HOZAN
Qamişlo-Dewleta tirk a dagirker dîsa careke din êrîşî herêmên bi ewle yên sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Êrîşa hewayî di 17’ê Tebaxê de li ser navçeya Zirgan a girêdayî Kantona Hesekê dijminatiya dewleta tirk li dijî gelê herêmê nîşan dide. Jixwe beriya êrîşên li ser Zirganê, dewleta tirk du êrîşên hewayî di 16 û 17’ê Tebaxê de li ser şengalê jî pêk anî ku di encama van êrîşan de hejmarek sivîl şehîd ketin û hin ji wan jî birîndar bûn. Ev herdu êrîş ji hev ne cuda ne, planeke nû li ser herêmê heye û dewleta tirk dixwaza bi hedefgirtina îradeya gelê herêmê dîsa planên xwe pêk bîne. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Welîda Botî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şengalê nirxand.
Armanca êrîşên dewleta tirk
Welîda bal kişand ser armancên êrîşên dewleta tirk li ser herêmê û planên ku li dijî gel tên meşandin û wiha got: “Êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha li ser civaka me ya Êzidî li şengalê bi armanca firehiya dagirkeriyê ye. Îro di herêmên me de xebatekî demokratîk ser erdê tê meşandin û hemû neteweyan di nava xwe digre dest, hedefa dewleta tirk derbeyekê li projeya me ya demokratîk bixe û projeya xwe ya dagirkeriyê di tevahî Rojhilata Navîn de pêk bîne. Dewleta tirk yek ji armancên wê yên sereke jî ew e herêma me ji gelê wê yê resen vala bike û wan bide koçberkirin. Bombebarana li ser malên sivîlan kîna dewleta tirk li dijî gelê aram dide diyarkirin. Li şengalê jî hemen êrîş pêk hatin dixwazin Rêveberiya Xweseriya şengalê têk bibin û careke din gelê me Êzidî di fermaneke nû re derbas bikin. Her kes dizane di şengalê de tenê gelê wê, wê bi rêve dibe û tu hêzên cuda nîn in lê dijminê me statuya Êzidiyan wekî gelekî bi rêxistinkirî qebûl nake û dixwaze her ev civakê bi êrîş û komkujiyan qir bike. Ew naxwazin mirov nefesa xwe bikşînin û jiyana aram bijîn, pêwîst e her mirov bi tirsa êrîşên wan re bijîn. Em dibêjin bêdengiya li hember van êrîşan ji aliyê herêmî de û çi ji aliyê neteweyî ve be bi hevkariya qirkirina gelan biryara wê dane û bi hev re şirîk in.”
Hevkariya dewleta tirk bi hêzên terorîst re 
Welîda bal kişand ser hevkariya dewleta tirk bi hêzên teror weke DAIş re û wiha domand: “Beriya bidawîbûna hevpeymana Lozanê dewleta tirk dixwaze bi qezencên mezin ji nava vî şerî de derkeve. Berdêla van berjewendiyên qirêj ên dewleta tirk çi be jî wê pêk bîne, ji ber di sîstemeke ewqas faşîst de tu nirxdayîn ji mirov û civakên wan re nayê dayîn. Dewleta tirk jê be wê destê xwe bixe destê hemû hêzên teror, tenê bi armanca dagirkeriya xwe bighîne serî. Di ve dawiyê de jî herekta Talîban Afexinsitan kir bin hikûmê xwe de, ev hemû hêzên DAIş’î ne tenê navê wan tê guhertin. Dewleta tirk niha dixwaze bi Hereketa Talîbanê re jî hevpeymana çêbike, da ku dagirkeriya xwe ser hesabê gelan belav bike. Zindîkirina terora DAIş di herêmê de û hevkariya bi wan re yek ji armancên bingihîn ên dewleta tirk e, ji ber di riya wan re dikare diha zêdetir êrîş û dagirkeriya xwe ser herêmê rewa bike. Pilanên pir kûr û dûr ser vîna gelan hene û Komsêbteke giştî li ser herêmê tê meşandin, pêwîst e her kes ji aliyê xwe de jê re hişyar be.”
Hedefgirtina vîna jinan yek ji armancên dagirkeran e
Welîda da zanîn ku di hemû êrîşên dewleta tirk de yên ser herêmên me pêk aniye destpêkê jinên pêşeng hedef digre û wiha pêde çû: “Dewleta tirk bi rengekî êşkere dijminatiya jinan dike, îroj jin bûne hêzeke sereke di van herêman de û di cihê biryarê ye. Dewleta tirk van guhertinên bingehîn qebûl nake û civakê bi hedefgirtina jinan dixwaze tune bike. Dixwazin rengê jinan bi nêrîneke neyînî bidin çewisandin û di civakê de wê bê bandor û hebûn bihêlin. Jixwe ev hemû jî di şexsê jinên siyasetmedar de û hedefgirtin dezgehên jinan de pir diyar e.”
Banga têkoşîna li dijî dagirkeran
Welîda banga bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeran kir wiha bi dawî kir: “Bangewaziya me ji bo gelê me ewe girêdana xwe bi xaka xwe re qayîm bikin, li derdora rêxistina xwe ya demokratîk û parastinê kom bibin, da ku em hemû pilanên dagirkeran têk bibin.”