Welatiyên Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê meşiyan ber Barageha Hêzên Rûsiya yê
Welatiyên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê li ber Barageha Hêzên Rûsiya ya navçeya Til Temir a Kantona Hesekê, bêdengiya garantorê hevpeymana agirbestê Hêzên Rûsiya, protesto kirin.
Hesekê - Bi armanca şermezarkirina bêdengiya Hêzên Rûsiya li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Zirgan û Til Temirê û komkujiya ku li navenda Zirganê di 17'ê Tebaxê de pêk anî ku di encamê de jinek û zarokek hatin qetilkirin û 17 welatî birîndarbûn gelê navçeya Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê yê Kantona Hesekê, meşeke girseyî lidar xistin. Welatiyên ku ji saetên sibehê ve li taxa Hemra a navçeyê kom bûn, ber bi Barageha Hêzên Rûsiya ve ku nêzî 300 m başûrî navçeya Til Temirê dikeve, meşiyan. Girseyê siloganên ku komkujiyê, dagirkeran û bêdengiya Rûsiya ye şermezar dikin bilind kirin. Piştî ku girse gihişt ber deriyê baragehê, şandeyek ji gelê Zirgan, Til Temir û Dirbêsiyê hat amadekirin û derbasî hundirê baragehê bûn.
“Hêzên Rûsî wekî peykerekî ne”
Hedla Ebdil Wehab a ji navçeya Til Temirê û hevjînê xwe di êrîşên ser herêmê de windakiriye derbarê êrîşan û protestokirina wan ji bêdengiya hêzên Rûsiya re bi hêrseke pir mezin, hest û daxwazê xwe wiha anî ziman: "Em îro êrîşên dewleta Tirk ku bi top û balafirên xwe li dijî gelê me yê Rojava pêk tîne, bi tundî şermezar dikin. Erdogan zarok û jin û hevjînê me qetil dike, em êdî vê dagirkeriyê û kriyaran qebûl nakin. Êdî bes e, heya kengî em ê bimirin. Hêzên Rûsî li Til Temirê wekî peykerekî ne, hember tu êrîşan helwest nîşan nade, tenê berjewendiyên xwe pêk tînin. Rûsî li dijî gel û îradeya gelê berxwedêr in, ku şev û roj li hember dagirkeriyê ber xwe didin. Ger ne wiha ba wê Hêzên Rûsî hember komkujiya ku li Zirganê rû da, helwesteke xwe yê hişk hember dagirkeriya tirk nîşan bida. Em ê ji biçûk heya mezinan, hember polîtîkayên dijminan ber xwe bidin."
“Piştî topbaran radiweste, bi çend rojan nû Hêzên Rûsiya tê cihê bûyerê”
Meryem Qasim a ji navçeya Zirganê jî wiha nerîna xwe anî ziman: "Beriya du rojan dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, bi dehan top navenda navçeya Zirganê topbaran kirin. Di encamê de şehîd û birîndar ji sivîlan, ji jin û zarokan çêbûn. Jin û zarok dibin qurbaniya top û tangên dewleta tirk, çima ev yek ji aliyê navneteweyî ve nayê dîtin. Ew jî zarok û jin in, dixwazin bijîn, çima jiyanê li wan mehrûm dikin. Hêzên Rûsî piştî ku topbaran rû dide û şehîd û birîndar çêdibin, piştî wê bi rojek du rojan nû tên cihê bûyerê. Çima di kêliya topbaranê de tedexul nakin û topbaranê ranawestîne. Em dixwazin ku hêzên Rûsiya bi erkê xwe ve rabin. Em jî dest ji axa dapîr û bapîrê xwe bernadin."
Her wiha piştî ku zêdetirî 40 deqe derbas bûn, şandeya ku peyama ku ji aliyê wan ve hatibû amadekirin û kiryarên dewleta Tirk a dagirker li ser Zirgan û Til Temirê têde hatibû nivîsandin, radestî hêzên Rûsî kirin.
Hevdîtina bi Hêzên Rûsî re çawa bû?
Narîman Ebdo yek ji endama şandeya ku derbasî hundirê barageha Hêzên Rûsiya bû û peyam radestî hêzên Rûsî kir, ev yek ji me re got: "Bi meşeke girseyî ji gelê Zirgan, Til Temir û Dirbêsiyê em hatin ber deriyê barageha hêzên Rûsî li Til Temirê,bêdengiya wan protesto bikin. Em wekî şandeyek ji gel bi peyam belge û wêneyên komkujiya ku li zirganê rû da, derbasî cem payebilindekî Rûsî bûn. Me daxwaz ji wan kir ku bi erk û berpirsiyartiyên xwe wekî garantora hevpeymana agirbestê, rabe. Ji ber ku îro ewlehiya gel ji Hêzên Rûsiya tê xwestin û ew berpirsiyarê hemû komkujî û êrîşan e. Bersiva hêzên Rûsî jî ew bû ku ew ê peyam û belgeyên komkujiyê radestî Rêveberî ango aliyên pêwindîdar bikin. Her wiha me daxwaz kir ku gel û hêzên Rûsî bi hev re derbasî Zirganê bibin. Bi giştî hevdîtina me ya bi hêzên Rûsî re baş bû."
Piştî ku hevdîtin bi dawî bû, şandeya ku ji gel pêk hatibû û gelê Zirgan, Til Temir û Dirêbsiyê, tevî erebeyên zirxî yên Hêzên Rûsiya, ber bi navçeya Zirganê ve ketin rê ku li wir jî meşekê lidar bixin.