Welatiyên Sêwazê ber bi Hotela Madimakê ve meşiyan

Bi boneya salvegera 28’emîn a Komkujiya Sêwazê bi pêşengiya PSAKD’ê welatî ber bi Hotêla Madimakê ve dimeşin.

 
Navenda Nûçeyan - Di salvegera 28’emîn a komkujiya li Hotêla Madimakê ya Sêwazê ya 2’yê Tîrmeha 1993’yan de komek nijadperest agir bi hotêlê xistibû û 33 hunermend, nivîskar û rewşenbîr û 2 xebatkarên hotêlê bi şewitandinê hatibûn qetilkirin. Bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûtlan Abdalê (PSAKD) bi wesîleya salvegera komkujiyê meş û daxuyaniya bîranînê tê lidarxistin. Gelek kesayetên navdar hatin Sêwazê û vê sibehê li ber Şaxa PSAKD’ê ya Sêwazê civiyan. Bi hezaran kes ji bo komkujiyê şermezar bikin, qûrbaniyan bi bîr bînin, kujer werin darizandin û bi daxwaza hotêl bibe “Muzeya Şermê” ber bi Hotêla Madimakê ve dimeşin.