Welatiyên Minbicê li hemberî êşîrên dewleta Tirk meşiyan
Welatiyên Minbicê bi boneya êrîşên van demên dawî li ser xeta sînorê navbera wan û deverên dagirkirî de meşiyan. Jinên tevlî meşê bûn diyar kirin ku ewê ticarî desturê nede carekdin Minbic têkeve destê êrîşkaran û wê heya dawiyê parastina axa xwe bikin.
Minbic- Welatiyên Minbicê li dijî kiryar û gefên dewleta tirk ên il ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qutkirina ava çemê Firatê daketin qadan û bi meşeke girseyî teqez kirin ku divê sînor ji van kiryarên dij mirovahiyê re bên dayîn. Meşevanan pankartên bi nivîsa "Qutkirina avê sûcekî dijî mirovahiyê ye”, “Bi topbaran, destdirêjî û qutkirina avê hûn nikarin vîna me bişkînin”, “Na ji topbarana li ser sivîlan re”, “Em yek in û serketî ne” û Em ê ji bo parastinê şer bikin" hatin hildan. Piştî meşê Berdevka Partiya Sûriya Pêşeroj a bajarê Minbicê û gundewarên wê Ezab El-Ebûd û li ser navê Kombûna Jinan a Zenobiya ya Minbic û gundewarên wê jî Berdevka Kombûn Zenobiya Nisrîn Elî axivîn.
Ezab El-Ebûd got: “Em li vir civiyane ji bo ku em helwesta xwe ya li dijî kiryarên dewleta tirk diyar bikin û li rex gelê xwe ji bo aşitî û istiqrakirê disekinin. Em ticarî alîgirê şer nebûne û hemû helwestên şerxwaz şermezar dikin. Ji destpêka aloziya Sûriyê heya niha dewleta Tirk dixwaze xeyalên xwe yên Osmaniya nû li herêmê bide sepandin. Destpêkê alîkariya çeteyên DAIŞ'ê kir, paşê jî dest bi alîkariya girupên terorîstan û şaneyên veşartî kir, ji bo ku Efrînê dagirbike û hemû kiryarên xwe yên qirêj li ser gelê herêmê ferz bike. Kiriyarên wan tenê di herêmên dagirkirî de neman, di heman demê de kiryarên xwe li ser tevahî herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê hewil dide têxe meriyetê. Piştî ku ev hewldanên wê bi serneketin, vê carê jî av wek çek li beramberî gelê herêmê bikar anî. Bi armanca binpêkirina azadiya gelan û dest bi ser destkeftiyên şoreşê û pirojeya neteweya demokratîk bigire çî ji destê wan tê dikin."
“Li ser sînor malbatek hedef girtin”
NisrînElî jî got: "Ev binpêkirinên dagirkeriyê nikarin vîna û hêza me lewaz bikin, berovajî wê hêza me xortir dibe. Di heman demê de em van kiryarên dewleta tirk ên li ser sînor û hedefgirtina sivîlên ku di malên xwe de ne şermezar dikin. Bi tyabet ew komkujiya ku li şaredariya El- Sefawiyê ya girêdayî navçeya Eyn Îsayê bi destê dewleta tirk hat kirin û di wê komkujiyê de malbateke bû qurbanî. Em teqez dikin ku em ê pitşgirya şervanên xwe yên di çeperên şer de bikin."
“Bi nêzbûna salvegera azadiya Minbicê re êrîş zêdebûne”
Jina bi navê Sewsen Selîm ku beşdarî meşê bibû jî wiha got: "Kiryarên dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve ranewestiyaye. Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê ku em rastî salvegera wê ya 5.emîn tên, dewleta tirk kiryarên xwe yên li hember gelê herêmê bi armanca xirabkirina aramî û ewlehiyê didomîne. Zordarî dewam nake, çawa ku DAIŞ têk çû wê Erdogan jî têk biçe. Erdogan dixweze Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Emê li hember xeyalên wî berxwedaniya xwe bidomînin û baweriya me bi zarokên me yên li eniyên şer heye ku wê rê nedin dewleta tirk derbasî axa me bibe. Em dipirsin ku di vê rewşê de ka civaka navnetewî û mirovî, çima li hember sucên dewleta Tirk nabin xwedî helwest.”
Her wiha jina bi navê Nisrîn El-Oso jî wiha got: “Em bi ti şêwazî qebûl nakin ku dewleta tirk çarenûsa me bughere. Em îro jî dimeşin da ku em neqebûlkirina li hember kiryarên dewleta tirk nîşan bidin. Dewleta tirk kiryarên xwe li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û dixweze bi vê yekê pirojeya netewa demokratîk têk bibe. Bajarê Minbicê di van demên dawî de bi gelek êrîşên dewlet tirk re rû bi rû ma. Êrîş bi taybet li gundên li ser sînorên di navbera bajarên dagirkirî de pêk tên. Di encama êrîşan de welatî tên hedefgirtin, mal û milkê wan ziyanê dibîne."