Welatiyên Kobanê li hemberî tecrîdê meşiyan
Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Kobanê - Di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava "Dem dema azadiyê" ku di 23`ê Nîsanê de destpê kir, îroj bi hezaran ji şêniyên kantona Kobanê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Meşa ku di bin silogana "Emê faşîzim û tecrîd qebûl nakin" hat birêxistinkirin, bi hezaran şêniyên kantona Kobanê û bajaroka Sirînê, xwendekar û mamosteyên dibistan, peymangeh û zanîngehê, Rêveberiya Xweser, sazî û dezgehên civaka sivîl, Kongreya Star û partiyên siyasî di meşê de amedebûn. Meşê ji qada Şehîd Egîd bi hilgirtina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, PYD`ê û Mclisa Malbatên Şehîdan, her wiha berzkirina diruşmên "Bê Serok jiyan nabe" destpê kir û li Qada Jina Azad rawestiya. Bi navê Rêveberiya Xweser Ferhan Kobanê axivî û banga xwedî derketina li pêngava "Dem dema azadiyê ye" kir.
Şemsê Elî ya 60 salî sedema beşdarbûna xwe ya meşê wiha anî ziman: "Em îro ji bo Rêberê xwe li ser piyan in. Tevî ku ez 60 salî me û gelek nexweşiyên min jî hene lê dema ku mijar dibe azadiya Rêberê me, her tişt radiweste. Em êdî dixwezin Rêberê me ji girtîgehê rizgar bibe, êdî bese bû çend sal ne di nava gelê xwe de ye. Dijminê me ji parçekirin û dagirkirina welatê me têr nebûn, Serokê me jî girtin. Em tu caran nayên tunekirin, bila kes nebêje ku Kurd razayîne. Em li her derê jiyan dikin, di mewziyên şer de, mal û li kolanin. Ji ber vê bila dijmin çavên xwe baş veke û hesabê xwe nû bike."
Cemîle Mihemed jî got:" Agahiya me ji Rêber Apo tune ye. Dewleta tirk hemû mafên mirovî, hiqûqî û zagonî bin pêd dike. Em îro bi vê meşê dengê xwe bilind dikin û dibêjin, emê dest ji azadiya Rêber xwe bernedin."
Meş bi dirûşmên "Bêjî Serok Apo" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.