Welatiyên Hewlêrê li hemberî kiriyarên hêza zêrevan rabûn
Dema hêzên zêrevan ên PDK’ê hewildan xaniyê dayîka pêşmergeyek şehîd xirabikin xelkê bajarokê Rizgarî ya Hewlêrê li dijî hêza zêrevanî rabûn û di navbera wan de pevçûn derket.
Hewlêr- Li bajaroka Rizgarî ya ser bi navçeya Xebat a Hewlêrê dema hêzên zêrevan ên girêyayî PDK’ê hewildan xaniyê dayîka pêşmergeyek şehîd hilweşîne xelkê bajarok nerazîbûna xwe nîşandan. Di navbera welatiyan û hêza zêrevanî de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de çend welatî birîndar bûn.
Xelkê bajarok diyar kirin ku ne tenê li vê taxê xaniyên bê destur hene, li gelek cihên din jî hene, lê ji ber ku li wan cihan berpirs piştgirya wan dikin, kes dengê xwe li wan nake. Ger carek din ew hêz ji bo rûxandina xaniyên me werin, emê carek din li beramberî wan rabin.
Piştî pevçûnê hêzên Zêrevanî ji cihê bûyerê dur ketin.