Welatiyên Hesekê û Kobanê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

Şêniyên Hesekê û Kobanê êrîşên dewleta tirk li dijî axa Başurê Kurdistanê û kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike. Her wiha duh jî dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SÎHA) êrîşî kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir. Li seranserî Kurdistanê û derveyî welat gelê kurd bê navber çalakiyên şermezarkirinê li dar dixînin. Îro jî welatiyên Hesekê bi meşekê û Ciwanên Kobanê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê û kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şermezar kirin. 
Welatiyên Hesekê: Bimre îxanet bijî berxwedan
Li hember pilan û êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê û kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) welatiyên bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêkhateyên kurd, ereb û suryan daketin qadan û êrîş şermezar kirin. Di meşê de alên Rêxistina Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û pankartên bi nivîsa "Bimre îxanet, bijî berxwedan", "Na ji dagirkeriyê re", dem dema parastina nirxê şoreşê ye" hatibûn hildan. Her wiha endam û rêveberên saziya civaka sivîl, Rêxistina Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk beşdar bûn. Meş li ber çerxerêya Sînalko ya bajarê Hesekê destpêkir û li gulistana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguherî mîtîngê. 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê Sozdar Efrîn êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar kir û wiha domand: "Pilana qirêj a dewleta tirk û hevkarên wê li ser axa Kurdistanê pir kur e. Niha dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê êrîşek hovane li dijî axa Başurê Kurdistanê pêk tîne û heta niha jî hikûmeta Iraqê li hember van êrîşan bêdeng e. Ev yek hevgirtina wan nîşan dide. Her çiqas pilan û qirkirin li dijî gelê kurd pêk were jî, tu pilan û qirkirin bi ser nakeve, ji ber gelê kurd bi berxwedaniya xwe tê nasîn. Em ê bi berxwedaniya xwe pilanên tunekirinê têk bibin. Îro em hemû pêkhateyên kurd, ereb û suryan li dijî êrîşên dewleta tirk rabûne li ser piyan û heta em dagirkeriyê têk bibin serhildana me ranaweste. Pêwiste em parastina xeta Rêber Apo û şervanên azadiyê bikin da ku nirxê şoreşa jinê ji dagirkeriyê biparêzin. Em bang li yekîtiya gelê kurd dikin ku divê qonaxê de em xwedlî li nirxê şehîdên xwe derkevin û pêşerojek azad bidin ava kirin." 
Ciwanên Kobanê li dijî dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan
Ciwanên Kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta xwe ya li hember êrîşên dewleta tirk nîşan dan. Ciwanan daxwaza zelalkirina hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji helwesta xwe ya li hember êrîşên dewleta tirk, kirin.  Ciwan û endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan li qada şehîd Egîd kombûn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Azadiyê, Jinên Ciwan, Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Malbatên şehîdan hildabûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Mihemed Mehmûd ve hat dayîn.
Mihemed êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Kantona Kobanê êrîşên dewleta tirk yên li ser axa Başurê Kurdistanê û Mexmûrê şermezar dikin. Dewleta tirk di destpêkê de êrîşî  Heftanînê kir û wir de şikest, pişt re êrîşî Garê kir û wir de jî şikest, a niha jî ji bo ku binketina xwe veşêre êrîşî tevahî axa Başurê Kurdistanê dike. Duh jî bi hovîtî êrîşî kampa şehîd Rûstem Cûdî ya li Mexmûrê kir.  Her wiha wezareta pêşmergeyan daxuyanî dan ku şervanên Tevgera Azadiyê êrîşî wan kir, lê tu bingehekî rast yê vê îdîayê tune ye. Di rastiyê de ku dewleta tirk êrîşî pêşmergeyan kir. Weke tê zanîn ku Komeleya Ciwanan serferberî ragihand, em jî weke ciwan bi erka xwe rabûn û beşdarî seferberiyê bûn. Li ser vê bingehê banga me ji tevahî ciwanên Kurdistanê re û bi taybet yên Başûrê Kurdistanê re heye ku li hemberî êrîşên dewleta tirk û hevkariya malbata Berzanî helwestên xwe nîşan bidin." 
"Divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwedî helwest be"
Jina bi navê Xûnav Xelîl ku beşdarî daxuyaniyê bûye, banga hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku helwesta xwe zelal bikin û wiha got: "Dewleta tirk bi rengekî dijwar êrîşî xakên Başûrê Kurdistanê dike û herî dawî jî duh li Mexmûrê bû. Em dibêjin divê êdî hikûmeta Başûrê Kurdistanê helwesteke zelal li hemberî êrîşên dewleta tirk dayne. Malbata Berzanî bi vê bêdengiyê hevkariya dagirkeriyê dike, ji ber vê em dibêjin heger duh êrîşî Mexmûrê kirin wê siba êrîşî devereke din bikin û dê êdî xwe li Başûrê Kurdistanê serwer bike. Ji ber vê êrîşên dewleta tirk armanca wê dagirkirina tevahî Kurdistanê ye û qirkirina gelê wê ye. Em jî weke ciwan li dijî êrîşên wiha xwedî helwestbin."
"Em û şervanên Tevgera Azadiyê weke goşt û neynûkê ne"
Her wiha Nîroz Bozan piştgiriya xwe ya bi şervanên Tevgera Azadiyê re anî ziman û got: "Ji bo me şervanên Tevgera Azadiyê, çavkaniya hêz û vîna me ne. Dewleta tirk êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike, êrîşên cur be cur ji leşkerî, şerê taybet û herî dawî qûtkirina ava çemê Firatê jî bi kar tîne. Dewleta tirk ferq kir ku ew nikare bi van êrîşan me tune bike, berê êrîşên xwe da çiyayên Kurdistanê. Lê dewleta tirk nikare me û şervanên Tevgera Azadiyê tune bike, ji ber ku em û şervanên azadiyê weke goşt û neynûkê bi hevdû ve girêdayî ne."