Welatiyên Hesekê li hember êrîşên li ser axa Başûr meşiyan

Welatiyên bajarê Hesekê bi meşek girseyî êrîşên dewleta tirk li hember axa Başûrê Kurdistanê herikîn qadan û êrîş bi meşekê şermezar kirin.

 
Hesekê - Dewleta tirk êrîşên xwe li hember axa Başûrê Kurdistanê ji 23'yê Nîsanê ve didomîne. Weke her derê Bakur û Rojhilatê Sûryê jî heroj li ser lingane û nerazîbûna xwe ya li hemberî êrîşan tîne ziman. Îro jî welatiyên bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêkhateyên kurd, ereb û suryan herikîn qadan û êrîş bi meşekê şermezar kirin. Endam û rêveberên saziyên civaka sivîl beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alê Rêxistina Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkeriya osmaniya qebûl nake" hatibûn hildan. Meş li çerxerêya Kevokê ya taxa Miftî ya bajarê Helebê destpêkir û li nava taxê meş veguherî mîtîngê.  Piştî deqeyek rêzgirtin, Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo bi silavkirina berxwedana li Başurê Kurdistanê tê meşandin dest bi axaftina xwe kir.
"Em hevkariya hikumeta Başur a bi dijmin re ji bîr nakin"
Evîn Paşo îşaret bi bêdengiya Hikumeta Başurê Kurdistanê ya li hemberî êrîşan kir û wiha domand: "Êrîşên dewleta tirk li dijî axa Başurê Kurdistanê berdewamiya komploya navneteweyî ye. Îro li vir êrîş pêk tîne û li Îmraliyê jî tecrîd giran dike. Ev êrîşana hemû daxwaza bin xistina projeya netewa demokratîke, lê bila dewleta tirk mixabe careke ev gel li ser vê projeyê hatiye bi rêxistin kirin û tucaran daxwazê wan bi cih nayê. Me dema borî jî dît ku dewleta tirk çawa zirarê dide xwezayê, lê di dawiyê de jî têk diçe. Dewleta tirk herdem di salvegera komkujiyên cuda de komkujî pêk tîne, lê vê carê daxwazê wan pêk nehat. Divê hikûmeta Başurê Kurdistanê bêdengiya xwe bişkîne û hevkariya dijminê xwe neke Em wek Gelê Kurd tucarî vê îxanetê bîr nakin û qebûl jî nakin."
"Em li hemberî êrîşan bê deng namînin"
Jina bi navê Hediye Mihemed ku tevlî meşê bûye bi van gotinan helwestê xwe parve dike: "Şervanên me zarokên me ne û em îro ji bo wan li ser piyanin û piştgiriya berxwedana wan dikin. Em êrîşên dewleta tirk li ser axa Başurê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin û em qebûl jî nakin. Li her derê Kurdistanê şer heye û li Îmraliyê jî tecrîdek girankirî heye. Bes daxwazek me hey ew jî azadiya Rêber Apo ye."
"Em piştgiriya zarokên xwe dikin"
Jina bi navê Intizar Mihemed êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: "Êrîşên ku niha pêk tên berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ye. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze îrade û daxwaza azadiyê ya gelan tune bike. Lê dewleta tirk çi bike jî sernakeve, ji ber ev gel bi berxwedaniya xwe tê nasîn. Em bi dil û can piştgiriya zarokên xwe dikin û em dibêjin bijî berxwedana şervanên me."