Welatiyên Heleb û Hesekê li hember dagirkeriya ser Kurdistanê meşiyan
Bi hezaran welatiyên bajarê Heleb û Hesekê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê şermezar kirin.
Heleb/Hesekê – Dewleta tirk 23'ê Nîsanê êrîşî axa Başurê Kurdistanê kir. Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di wê rojê de çalakiyên şermezar kirinê li dar dixînin. Îşev jî welatiyên bajarê Heleb û Hesekê bi meşên girseyî êrîşên deweleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê şermezar kirin û banga yekîtiya kurdan kirin.
Bi hezaran şêniyên Hesekê daketin qadan û banga yekîtiyê kirin
Îro bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê û bêdengiya hikûmeta Iraqê şermezar kirin. Endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdarî meşê bûn. Di meşê de alên Kongreya Star, PYD'ê, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Şervan pêşeroj û rûmeta Kurdistanê ye" hatibûn hildan. Meş ji çerxerêya Kevokê ya taxa Miftî destpêkir li ber çerxerêya şehîd Serhed rawestiya.
"Yekîtî çareseriye"
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer Ebdullah teqez kir ku dewleta tirk bi êrîşên xwe li hember axa Başurê Kurdistanê dixwaze şerek navxweyî derxîne û wiha pêl da gotina xwe: "Armanca dewleta tirk dagirkirina axa Başurê Kurdistanê ye. Dewleta tirk bi hemû rêbazan êrîşî axa me dike û dixwaze şerekî navxweyî derbixîne. Li hember van pilan û êrîşan şervanên azadiyê berxwedaniyek dîrokî dimeşînin. Pêwiste hikûmeta Iraqê li hember van êrîşên qirker derkeve û divê berxwedaniya dîrokî de cih bigire. Ev êrîşên ku pêk tên xeteriyek mezin li pêşeroja kurdan dike. Ger divê pêvajoya girîng de yekîtiya kurdan neyê avakirin pêşeroja kurdan dikeve xeteriyê. Her wiha ev pilan û qirkirina dewleta tirk li hember axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi rengên cuda pêk tên. Dewleta tirk li dijî gelê kurd şerekî qirêj dimeşîne. Li hember van êrîşan yekîtî çareseriye."
Li dijî êrîşan welatiyên bajarê Helebê meşiyan
Welatiyên bajarê Helebê bi pêşengtiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Garê em bi serketin, bi rihê berxwedana Avaşîn, Zap û Metîna teqez em ê bi ser kevin" herikîn qadan û êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê şermezar kirin. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alê Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Meclîsa Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsa "Ev şervanên azadiyê û rûmetê ne" û "Xwedî derketina li pêşengên kurd xwedî derketineke netewî û mirovahî ye" hatibûn hildan. Meşa ku ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a taxa Şêx Meqsûd destpêkir li çerxerêya şehîd Destîna rawestiya.
"Em li pişt şoreşger û gelê xwe ne"
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya Civaka Sivîl Sûad Hesen êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Di serî de em silavên xwe yên gerim ji şervanên azadiyê re rêdikin. Em niha di sala 2021'an de ne ku êdî em ê azadiya xwe misoger bikin. Ji ber em azadiya xwe û welatê xwe dixwazin em rastî êrîşên dagirkeran tên. Dewleta tirk dixwaze îrade û hebûna gelê kurd tune bike, lê gelê kurd ne kurdên berê ne. Êdî maf û hebûna xwe di jiyanê de dixwaze û li hember dijminekî hov û xwînmij serî rakir. Ger îro şervanên me tunebin em jî tunene, loma şervanên me rastiyên me ne. Îro şervan gele, gel jî şervane, loma em li pişta wanin. Em bang gelê Başurê Kurdsitanê dikin ku ew jî rabin serhildanê û êrîşên dewleta tirk li hember axa xwe qebûl nekin. Em banga yekîtiya kurdan dikin û em dikarin encax bi yekîtiyê êrîşên dijmina hov vala derbixînin."