Welatiyên Efrînê Zeyneb sipartin axê
Dewleta tirk di 4'ê Hezîranê de bi maşokan êrîşî Şehba kir û di encama êrîşan de zaroka 14 salî ya bi navê Zeyneb Hisên Ibrahîm jiyana xwe ji dest da û îro welatiyên Şebba û Efrînê bi merasimekê Zeyneb oxir kirin.
Şehba- Welatiyên Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de ji ber dagirkeriya dewleta tirk koçberî Kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn û ew çar salin li kampan li ber xwe didin. Her wiha dewleta tirk roja ku Efrîn dagirkiriye her roj Kantona Şehba hedef digire û bi maşokan lêdide. Di encama maşokan de bi hêjmarek zêde zarok û welatiyên Efrînê jiyana xwe ji dest dan, her wiha mal û erdên Şehba ji ber maşokan zerarek mezin dibîne. Herî dawî jî dewleta tirk di 4'ê Hezîranê de bi maşokan êrîşî Kantona Şehba kir û di encama êrîşan de zaroka 14 salî ya bi navê Zeyneb Hisên Ibrahim jiyana xwe ji dest da û bav û birayê Zeyneb jî ji ber êrîşan birîndar bûn.
Îro welatiyên Şehba û Efrînê bi merasimekê girseyî cenazeya Zeyneb Hisên Ibrahîm oxir kirin. Di merasîmê de meclîs, komîn, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Rêxistina Kongreya Star, welatiyên Efrîn û Şehbayê amadebûn. Merasîm li gundê Mezin a navçeya Şêrewa ya girêdayî Efrînê hate li dar xistin.
"Dewleta tirk zarokên me qetîl dike"
Dapîra Zeyneb Hisên Ibrahim ya bi navê Zeyneb Hisên a 80 salî helwesta xwe wiha parve dike: "Ez dayika 16 zarokanim. Roja ku em ji Efrînê derketine heta roja îro dewleta tirk êrîşî Kantona Şehbayê dike û zarokên me bi maşokan qetîl dike. Xwedê ji Erdogan ne razî be. Sala borî nêviyê min ê 23 salî cardin di encama êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da, îro jî nêviya min Zeyneb ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest da. Bes daxwazekê me heye em dixwazin dûrî çeteyên dewleta tirk bijîn. Armaniya jiyana me wek kurd wê encax bi hebûna Rêveberiya Xweser misgor bibe."
"4 rojin dewleta tirk êrîşî me dike"
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Sabah Reşîd helwesta xwe wiha parve kir: "Kes behsa mafê kurdan nake, ji ber kes naxwaze kurd bibin xwedî maf. Ger saziyên mafê mirovan, ji bo hovitiyan tevbigeriyana wê kurd roja îro rastî ewqas hovîtiyan nedihatin. Zarokên me weke gulan in, lê dewleta tirk bi êrîşên xwe gulên me tune dike. Ev 4 rojin dewleta tirk bi awayekê hovane êrîşî me dike û êrîşên wan derengiya şevê destpêdike heya berbanga sivê dom dike. Asta hovîtî û giraniya êrîşan gel derfet nabîne ku ji malên xwe derkevin. Di encama êrîşan de gelek zerar gihîştin me. Em cardin bi tundî van êrîşan şermezar dikin."